Bersivên Gel;
-Têgihiştin
e.
-Pênasekirin
e.
-Wate
dayîn e.
-Hişmendî
raxistina ber çavan e.
-Nav
lêkirin e.
-Hişmendiya
civakî ye.
-Zelalkirina
rastiyê ye.
-Bîra
rastiyê ye.
-Peyvên
xwedî wate ne.
-Hest
û fikira mirov e.
Têgeh
peyvekê Kurdî ye û ji têgihîştinê tê. Mirov têgihîştina xwe ya wateyê bi rêya
têgehan tînê ziman û wateya ku lê bar dike, li gorî bikaranîna xwe raber dike.
Pêwîste mirov nebêje têgehe û derbas bibe. Wisa kombûna çend pêyvan jî nîne û
tenê bi serê xwe ne peyv ne jî wekî tê gotine, “peyva ku taybetmendiyên hevpar
ên tiştan digire nav xwe û navê fikirandina hevpar a tiştane.”
Têgeh
van hemûyan digire nava xwe, lê xwedî muhtevayekê hîn
berfirehtire. Pêwîste mirov têkiliya wê û hişmendiyê bibîne. Yanî têgeh hişmendiya
mirov nîşan dide û raber dike ku hişmendiya civakî çawaye? Ji ber vê yekê ji
dîrokê heta niha pergala dewletdar her tim hewldaye ku têgehên civakî berovajî
bike û biteyisîne jiyanê. Têgehên ku di serdema civaka neolîtîk û civaka
xwezayî de hene, dest nadin ku civak dervayî exlaq û polîtîka jiyan bike. Lê
piştî pêşketina hiyerarşî û dewletê mirov dibîne ku têgehên heyî her derfetê
dide ku civak dervayî exlaq û polîtîkayê jiyan bike. Lewma têgeh wek peyv
zêdetir bi wateyê re girêdayî ye. Wate cewhera têgehê ye û ji ber vê jiyan ji
têgehan ve tê diyarkirin.
Di
roja me ya îro de mirov ji çawanî û asta jiyanê fêhm bike, pêwîste bikaranîna
têgehan mêze bike. Lewre em rastiyên jiyanê bi têgehan tînin ziman û li gorî wê
jiyan dikin. Ji ber vê pirsgirêkên civakî jî çareseriya van pirsgirêkan jî bi
watedayîna têgehan re pêkan dibe.
Modernîteya
Kapîtalîst bi çeka rasyonalîzmê(eqilgerî) re têgehan berovajî dike û têgehên
herî ji rêzê û paqij jî ji ber rastiyên xwe dûr dikevin an jî naveroka wan tê
valakirin, di jiyanê de bêpîvanî û bêrêgezî derdikeve holê.
Rêber
Apo di dahurandinên xwe de dema têgehan digire dest, bi rastiya wan ya dîrokî-civakî
ve digire dest û di roja me ya îro de pêwîste çawa werin bikaranîn tîne ziman.
Lewra têgeh ji çêbûna xwe heta îro gelek guhertinan re derbas bûye. Di hin
aliyan de carna pergala dewletdar pê lîstiyê û guhertiye di hin aliyan de jî ji
ber têra pêwîstiyan nekiriye hatine guhertin. Guhertinên çêbûne ji peyv
zêdetir, di milê wateyê de ye. Bê gûman gelek têgehên siyasî ji ol û baweriyan
derketine. Di roja me ya îro de jî pêwîste hem li gorî rastiya ol û baweriyan hem
jî li gorî rastiya civak û dîrokê divê bê dest girtin.
Rêber
Apo di vê mijarê de dibêje; “wek dubare jî bê dîtin, bi awayekî hîn fêhmker û
li gorî pirsgirêkê têgehên çand, şaristanî, hegemonya, desthilatdarî, polîtîka,
çîn, netew, mêtîngerî, bişaftin û qirkirin, di şertên modernîteya kapîtalîst de
jî têgehên dewlet, civak, demokrasî û sosyalîzm hewl tê dayîn ku werin
şîrovekirin û heta ji nû ve tên pênasekirin. Dema ev were kirin pêwîste rastiya
civaka dîrokî her li pêş çav bê girtin.”
Ji
nirxandina Rêber Apo jî tê dîtin ku têgehên heyî dema hatin şixûlandin pêwîste
têgihîştînek wateyî û dîrokî hebe. Lewre dema tên bikaranîn, di jiyana civakî
de rola diyarkerî radibe. Mirov bi şixûlandina xwe rist û rola civakê diyar
dike. Lê belê wek civak em ne di ferqa vê rastiyê de ne. Mînak li ser kîsên
dukanê modernîteya kapîtalîst piranî tiştan bi jiyanê re girêdide û dibêje,
“jiyan eve.” Mînak mirov jiyan daxine pêlavekî an tiştekî, nabe. An jî mirov
jiyanê bi ajoyan pênase bike û bi vî awayî binirxîne, ti ferqa me ji ajalan
namîne. Lê belê em têgehan rast û di cihê xwe de bikarbînin an jî hewldana rast
wate barkirinê bidin, hakîmiyeta modernîteya kapîtalîst li ser jiyanê dişkênin
û têkoşînek girîng dimeşînin. Ji ber vê bi têgehan têkoşîna herî dijwar
meşandin pêkane û pêwîste her kes bîra xwe ya têgehan li ber çavan derbas bike,
lêpirsîn bike û xwe bigihîne heqîqetê.
0 Yorumlar