Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û qetilkirina welatparaz, ji êrişên li ser hemû Kurd û Kurdistanê ne cuda ye. Ev êriş bi awayekî sîstematîk ji sedsalekê zêdetirin ku li ser esasê înkara Kurdan tên kirin. Dewleta Tirk ji roja ku hatiye damezrandin heta niha, li pêşberî berxwedana Kurdan nekariye bigihije tişta ku dixwaze bi dest bixe.
Di van 50
salên dawî de têkoşîna azadiyê ya Kurdan a li ser esasê hemû Kurdistanê di
aliyê bîrdozî, siyasî û çandî de pêşketiye û berfireh bûye. Ji aliyê civakên li
çar aliyê cîhanê ve hate piştgirîkirin û gelek dost hatin bidestxistin. Dewleta
Tirk a ku li hemberî van hemû pêşketinên Tevgera Azadî winda dike, bi hemû rê û
rêbazên cuda êrişên xwe zêde kir. Bi vî rengî, bêyî ku ti maf û zagonan nas
bike, êrişên xwe zêde kiriye. Tevgera Azadiyê jî li dijî wî mezin bûye û
berxwedan mezin kiriye. Êrişên li ser welatparêzên Rojava, girtina dayîkên bi
temen ên li Bakurê Kurdistanê, mehkûmkirina girtiyên nexweş yên di zindanan de,
qetilkirina rojnameger û welatparêzên jin ên li Başûrê Kurdistanê, koçberkirina
gundiyan, heta qetilkirina wan bi balafiran yek ji hovîtiya dewleta Tirke. Bi
kurtî ev hemû êriş parçeyek ji êrişên topyekûn ên Komara Tirkiyeyê ye.
Bêdengiya
hêzên navneteweyî ji ber wê yekê ye ku Komara Tirkiyeyê hîn jî ji bo wan di
rewşeke bikêr de ye. Em behsa dewleteke ku bi ambargoyeke herî biçûk a siyasî û
aborî gihiştiye asta hilweşînê de ye dikin. Em behsa dewleteke ku dişewite
dikin. Em behsa dewleteke ku dişibe barûta ku ji bo teqandinê amade ye, dikin.
Rastiya ku ev dewlet hatî vê rewşê, bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya pêncî salî
bû. Ew têk çûn û bi piştgiriya hêzên navneteweyî li ber xwe didin. Têkilî û
tifaqên hêzên navneteweyî li ser esasê berjewendiyê ne. Ew hêzên ku ti têkiliya
wan bi hiqûqa gerdûnî an jî bi hestên mirovî re tne ne. Niha Komara Tirkiyeyê
bi pozîsyona xwe ya heyî xwediyê avahiyeke ku hemû hêzên navneteweyî jê sûd
werdigire û ji bo vê jî ji aliyê van hêzan ve tê piştgirîkirin û parastin. Ger
em bifikirin ka ev domdare, bê guman nabe. Dibe ku Tirkiye di her kêliyê de vegûhere
qadek ya şer.
Êrişan
heta niha encamên ku dewleta Tirk dixwest dernexistine. Li hemberî êrişên
hovane yên dewleta Tirk berxwedaneke bi heybet heye, civak li ber xwe dide,
zarokên herî bi nirx ên civakê şehîd dibin, parçeyek ji laşê xwe didin û dibin
gazî. Dê û bav li ber xwe didin, zarokên xwe diparêzin û paşê jî dewlet wan davêjin
zindanan. Civak bi tevahî li ber xwe dide. Eger dewleta Tirk heta niha encam bi
dest nexistibe, ji ber vê yekê nikare encamê bi dest bixe. Wexta ku dem hat,
yên ne rewa tên têkbirin, tên darizandin û wek kesên ku tif li ser rûyê wan tê
kirin, di dîrokê de cihê xwe digirin. Yên rewa (yên ku li ber xwe didin) dîrokê
dinivîsin û ji bo yên ku li dû wan tên re dibin çavkaniya îlhamê û di destanan
de cihê xwe digirin. Li Kurdistanê berxwedaneke civakî ya dîrokî heye, lê
rastiyeke ku vê berxwedanê qels dike jî heye. Li hemberî êrişan xemsarî,
diltenikî û bêberpirsiyariya hin Kurdan, berxwedana gelê Kurd qels dike. Divê
ev kom demildest dev ji vê rewşê berdin. Rewşeke girantir jî ewe ku hevkariya
bi dewletê re, xiyaneta li dijî Kurdan tê kirine. Divê gelê Kurd ê welatparêz
li hemberî vê rewşê tedbîrên xwe bigirin. Dîsa komkujiyên ku di encama
hevkariya PDK’ê de li Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re pêk hatin, hene.
Divê gelê me li hemberî kesên ku vê xeta hevkariyê diparêzin tedbîran bigire,
wan teşhîr bike û divê hesab ji wan bipirse.
Me çaryeka
yekem a sedsala bîst û yekê li pey xwe hişt. Em di serdemeke wisa re derbas
dibin ku Kurdan pêvajoya netewebûna xwe temam kiriye û roja azadiya wan hatiye.
Bê guman emê bigihêjin vê azadiyê û em xeta îdeolojîk û siyasî ya Rêber Apo
bişopînin.
Hayrî Kiziler
0 Yorumlar