Ticker

10/recent/ticker-posts

Dewleta Tirk di nava 5 salan de çend caran wargeha Mexmûrê bombebaran kir?

 Dewleta Tirk a dagirker 30 salin bi hemû şêwaz û rêbazan êrişî xelkê Mexmûrê dike. Xelkê Mexmûr ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûn, hîn jî ji êriş û bombebaranên dewleta Tirk xilas nebûye. Di nava 5 salan de 13 caran wargeha Mexmûr hate bombebaran kirin.


Emê divê dosya xwe de êrişên ji sala 2017’an ve li ser wargeha Mexmûrê çêbûyîn, li bîra we bînin.

Xelkê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di sala 1994’an de, piraniya xwe ji Herêma Botanê, ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin.

Ji roja koçber bûyîn heya niha, dewleta Tirk bi rê û rêbazên cûda êrişî penaberan dike. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê gelek caran ambargo danî ser xelkê wargehê, rê li wan girt û komkujî pêkanîn.

Bi taybet ji sala 2017’an ve dewleta Tirk a dagirker êdî bi rêya balafirên şer û bê mirov, xelkê wargehê dike hedef.

Herî dawî jî duh carek din wargeh hate bombebaran kirin. Dewleta Tirk bi rêya balafirek bê mirov û bi çek, duh di saet 17:05’an de malek wargehê bombebaran kir. Mala ku hatî hedef girtin, ya Dayikên Aştiyê bû. Di encama êrişa hovane de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn.

Tevî hebûna NY û Iraqê êriş pêkhat

Dema êrişê gelek balkêş bû, ew 12 roj bûn şandeyên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nava wargehê de mal bimal digeriyan. Şandeyên NY û Iraqê duh jî li malan digeriyan, ji bo nasname, kartên erzaq û serjimêriyê karê xwe dikirin. Lê tevî hebûna nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê jî dewleta Tirk êriş kir. Iraq tevî vê jî bêdenge.

Dewleta Tirk di nava 5 salan de 13 caran wargehê bombebaran kir.

Cih û dema êrişên di nava 5 salan de wiha ne:

-Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

-Di 15’ê Nîsana 2020’an de balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.

-Di 15’ê Hezîrana 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebû.

-Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir.

-Di 3’yê Îlona 2021’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn.

-Di 1’ê Sibata 2022’an de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Gelek kes birîndar bûn.

-Di 21’ê Gulana 2022’an de li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.

-Di 5’ê Tîrmeha 2022’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn.

-Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.

Di 7’ê Cotmeha 2023’yan de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker mizgeftek wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Ziyanek mezin gihişt xaniyên derdora mizgeftê.

Di 13’yê Cotmeha 2023’yan de jî balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk dagirker malek wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de jinek birîndar bû, derî û pencereyên malên derdor jî şikestin.

Di 17’ê Cotmeha 2023’yan li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû, 3 jin jî birîndar bûn. Dilovan di 5’ê Cotmehê de nîşanî bibû, dihat payîn di serê meha Mijdara 2023’yan de jî bizewice.

Herî dawî duh (10’ê Îlon-2024) de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk, malek li nav wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebarankir. Di encama êrişa hovane de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn. Herwiha ji ber deng bandor li gelek zarokan bû û derî û pencereyên gelek malan jî şikestin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar