Ticker

10/recent/ticker-posts

Erbane di destên biçûk de jîn dibe

Zarokên Mexmûrê di her kêliya jiyanê de xwe pêş dixin, fêrdibin û niha jî bi destên xwe yên biçûk ruh didin erbane ango defê. Xeyala wan ewe ku di pêşerojê de wek gerîlayên YJA-STAR’ê bibin yek ji hunermendên ku çanda Kurdewarî diparêzin.

Armanc Herekol / Artim Penaber


Erbane an jî def, amûreke lêdanê ye ku bi eslê xwe kevnare û di nav Kurdan de bi taybetî jî li Rojhilata Navîn xwedî cihekî girîng û taybete. Her çiqas di derbarê dîroka Erbane de agahiyek zelal tunebe jî, tê texmînkirin ku dîroka wê ya hezar salan heye. Ev amûr di nav çandên Mezopotamya, Faris, Ereb û Kurdan de xwedî cihekî kûr û qedîme.

Ji bo Kurdan erbane ji amûreke muzîkê wêdetir, di heman demê de beşeke bingehîn a rê û resmên çandî û olî ye. Bi taybetî di merasîmên olî, dawet, şahî û şînê de tê lêdan. Erbane yek ji wan enstrumanên ku pêkhateya rîtmîk a muzîka Kurdî diyar dike û bi muzîka Kurdî re tê naskirine. Girêdana Erbane bi Kurdan re jî bi nasnameya çandî ya gelê Kurd ve girêdayî ye. Kurdên ku di dîrokê de rastî gelek komkujî û qirkirinan hatî êş, kêfxweşî, hêvî û ruhê xwe yê berxwedanê bi erbaneyê anîne ziman.

Ev amûr dihêle ku Kurd mîrateya xwe ya çandî zindî bihêlin bêyî ku têkiliyên xwe yên bi rabirdûyê re qut bikin. Dengê Erbane ruh, kevneşopî û nasnameya Kurdan nîşan dide. Ji ber vê sedemê jî erbane ji bo Kurdan ne tenê amûreke muzîkê ye, di heman demê de semboleke, şêweyek ya îfadekirinê ye. Kurd xwe, dîrok û çanda xwe bi erbane îfade dikin.

Ev amûra xwedî dîrok û qedîm, niha di destê zarokên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de ruh digire û dibin darên qedîm ên Parka Rêber Apo de reng û şêwe digire. Komek zarokên Mexmûrê ji bo ku xwe fêrî erbaneyê bikin û çanda Kurdewarî biparêzin, berê xwe dane Stêra Zêrîn a wargehê û li wir ji aliyê Mamostayê muzîk û amûran Rûheyv Efrîn ve têne perwerdekirin. Mamoste Rûheyv ku zarokatiya xwe li Navenda Çand û Hûner a wargehê derbazkiriye, niha jî perwerde dide zarokên wargehê û dibêje ku ew di xwendevanên xwe de zaroktiya xwe dibîne.

Têkiliya hevaltî pêşxisine

Ev sê heyvin ew dibin sêwana Stêra Zêrîn de perwerdeya erbaneyê dide xwendevanên xwe yên biçûk. Mamoste Rûheyv têkildarî girîngiya erbaneyê û perwerdeya ku dide, ji ajansa me re axivî û wiha pêde diçe: “Navenda Çand û Huner ya wargehê û Stêra Zêrîn ji ber werza havînê û nebûna dibistanê, çend perwerdeyên çandî dane destpêkirin. Em jî niha li vir perwerdeya erbaneyê didin. Em bi xwendevanên xwe re weke hevalên hevin. Em bi hev re demên gelek xweş derbas dikin. Pêşketinên xwendevanan hene, hemû jî bi dilxwazî tên perwerdeyê. Me destpêkê girîngiya erbane, naskirin û şêwazên rîtmên muzîkê bi hev re dît.”

Piştgiriya malbatan hêz dide wan

Mamoste Ruheyv da zanîn ku ev perwerdeyên ku tên dayîna zarokên wargehê, ji aliyê xelkê wargehê ve erênî tên dîtin lu kêfxweşiyek mezin daye avakirin û wiha axaftina xwe domand: “Malbatên me ji ber perwerdeyên tên dayîn gelek kêfxweşin. Niha bi sedan xwendevan tên perwerdekirin û em jî li vir perwerdeya erbaneyê dibînin. Amûra ku dengeya stranan çêdike, erbane ye. Erbane xwedî dîrokek kûr û bi wate ye. Hertim Kurdan erbane bikaraniye û amûrek sereke ya çanda Kurdî û taybet jî ya Rojhilata Navîne. Tişta ku civakê li ser lingan digire, çand û hunere. Divê em hîn zêdetir girîngî bidin çandê û banga min ji Kurdan re ewe ku xwedî li çand û hunerên Kurdî derbikevin.”

Bi kêfxweşî tên perwerdeyê

Xwendevana bi navê Sureya Avyanî jî li ser pêvajoya perwerdeyê û mamosteya xwe axivî û wiha hezkirina xwe ya li beramberî erbane û mamostaya xwe anî ser ziman: “Em bi hevalên xwe re tên perwerdeya erbanê û em gelek ji mamostaya xwe hez dikin. Ev sê heyvin mamostaya me bi me re mijûl dibe û me perwerde dike. Ez bi hevalên xwe re têm perwerdeyê û ez gelek kêfxweşim. Ez dixwazim xwe fêrî her cure amûrên muzîkê bikim. Dibistan hatiye girtin û em jî di demên xwe yên vala de berê xwe didin Navenda Çand û Huner a wargehê. Ji ber ez têm vir, dayîkamin gelek kêfxweşe.”

Xwendevana biçûk Sureya di dawiya axatina xwe de xeyalek ya xwe ji me re parve kir û bilêv kir ku wê di televîzyonê de erbane di destê gerîlayên jin de dîtiye û xeyal dike ku dema mezin bû, bibe yek ji wan parêzvanên çanda Kurdî.

Xwendevanên biçûk herî dawî bi rêya ajansa me stranek diyarî tevahî gerîlayên YJA-STAR’ê kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar