Taybetmendiyên Kurdistanê bi jimartinê naqedin. Dîsa em ê qala girîngiyeke wê bikin ku bingeha berhemên giranbuha ye. Gelek cihên dîrokî hene ku di her gera xwe de mirov bi mîmariya wan şaşwaz dibe. Rengên welat vê carê berê xwe dide çiyayê Qerecdaxê ku kevirên bazalt li wir peyda dibin. Kevirên bazalt, piştî ku çiyayên volkanîk diteqin ji bermahîyên ku dirijin derdorê çêdibin. Ji ber ku rêjeya germahiya hundirê çiyayên volkanîk pir zêde ye, hemû tiştên di nav wan de wekî avê herikbar in. Lê belê piştî ku volkan diteqin lavên li derdora çiyayan rijiyayî sar dibin. Piştî sarbûnê jî hişk dibin û dibin kevir. Lê ji ber ku ji germahiyeke pir zêde derketine û paşê sar bûne, ev kevir kevirên pir hişk ango qayîm in. Bazalt, li derdora Amedê piranî li çiyayê volkanîk ê Qerecdaxê peyda dibe. Rengê kevirên bazalt reş an jî gewrekî tarî ye. Ji ber vê yekê ye ku wexta mirov li Amedê digere avahiyên derdora wê gewr in. Ji bilî avahiyan jî, bajar kembereke zîvîn li xwe pêçaye. Ev cure kevir pir hişk in û ji kevirên din qayîmtir in. Di nav avê de naherifin, zingar nagirin û belav nabin. Ji ber vê yekê bi salan tu tişt ji wan nayê. Li cihên ku têne bikaranîn bi sedsalan hebûna xwe diparêzin. Li gel avhewaya hişk û şertên zehmet ên xwezayê jî kevirên herî qayîm in. Ji ber ku li gor avhewayê zû naherifin, li cihê ku tên bikaranîn jî bi salan wekî xwe dimînin. Di avahiyên ku tên bikaranîn de germahiyê kontrol dikin. Zivistanan nahêlin ku sermayeke tund hebe û havînan jî hundir hênike.
Li gorî
hinek çavkaniyan Kevirên Bazalt ji tenduristiyê re jî baş in. Rast e ku ji
encama teqîna volkanan pêk tên, lê ji aliyê tenduristiyê ve ti bandora wan a xirab
nîne. Berovajî vê yekê ji ber ku havînê malan hênik dihêlin û zivistanan jî
hundir germ dimîne, nahêle ku di malê de alavên bi elektrîk bêne bikaranîn û
bandora neyînî ya ceyranê li ser mirovan çêbibe. Gelek cureyên Kevirên Bazalt hene
lê du cureyên Kevirên Bazalt ên Amedê hene. Bazaltên Qulqulkî û Bazaltên Ne qul.
Bazaltên Ne qul, ji Kevirên Qulqulkî hişktir in. Di mîmariyan de mirov dibîne
ku di derî û paceyan de Bazaltên Ne qul hatine bikaranîn. Di dîwaran de jî
piranî Bazaltên Qulqulkî hatine bikaranîn. Ji ber ku Bazaltên Ne qul qayimtirin
xwestine derî û pace ango cihên girîng saxlem bin. Li Qerejdaxê û li navenda
Amedê kargehên ku kevirên Bazalt şahîk dikin û şikl didin wan hene. Bi rastî ev
yek karekî pir zehmet e. Kevirên qerase ji cihên wan rake û bîne ji nû ve wan
bike şiklekî. Bi mekîneyên mezin keviran tînin û ev yek rewşeke têra xwe
tirsnake.
Kargehên
ku li ser Bazaltan dixebitin, keviran hem dişînin bajarên Kurdistanê hem jî
dişînin welatên biyanî jî. Ji welatên derve gelek daxwazên Bazaltan hene lê hem
ji ber giraniya wan hem jî ji ber bê derfetiya şandina wan zehmet e. Li gel vê
yekê jî karsaz hewl didin ku keviran bişînin. Lê belê êdî ev kevir wekî demê
berê di lêkirina dîwaran de kêm tên bikaranîn. Lê belê bikaranîna wan a di
sektora avahîsaziyê de berdewam e. Dibe ku şiklê bikaranînê guherîbe, lê Bazalt
hêjî yek ji wan kevirên herî hêja ye. Wekî ku ji navê wan jî tê fêmkirin Kevirên
Bazalt li Amedê pir in. Ji ber wê yekê ye ku gelek mîmariyên dîrokî yên Amedê
bi Kevirên Bazalt hatine çêkirin. Mirov li kîjan kuçe û kolanên Amedê binêre,
dibîne ku Kevirên Bazalt hatine bikaranîn. Mînaka herî li berçav jî Sûrên Amedê
ne. Piraniya Sûrên Amedê ji Kevirên Bazalt ên Amedê hatine çêkirin. Bi rehetî
mirov dikare bibêje ku ji ber vê yekê sûr heta roja me li ser piya mane. Dema
ku mirov Amedê tîne ber çavê xwe, mirov kûr û dûr diçe. Rengê her welatekî,
bêhna her bajarekî heye. Rengê Amedê jî gewr e. Bajarekî di nav sûran de
diqilqile û mîna volkanekî tim li benda teqînê ye. Her wiha malên navdar yên
Amedê jî dîsa bi van keviran hatine hûnandin. Ev xaniyên bi hewş, digel
teknolojî ewqas bi pêşketiye, hêjî xaniyên ku mirov lê digerin û dixwazin bibin
rûniştvanê wê. Qayîmbûn û saxlembûna Bazaltan li bajarên derdora Amedê jî deng
vedaye. Ji ber vê yekê ye ku li hinek bajaran mirov rastî mîmariyên ji kevirên Bazalt
tê. Di her rengekî Kurdistanê de mirov ne tenê rastî rengekî tê. Di nava
rengekî de gelek tonên ji hev cuda hene. Bazalt yek ji wan rengên Kurdistanê yê
bingehîn e.
.jpg)
0 Yorumlar