Mirov li hemberî saziya malbatê matmayî dimîne. Dema ku min tişt weke mijulbûnên bingehîn ên jiyanî nirxandin, pirsên min ên destpêkê wiha pêşketin. Ma dema malbat zarok tîne dinyayê yê dayîk û bav gelo ma her tiştekî rave dike? Min ji xwe pirsên bi vî rengî kirin, li hember wan helwest nîşan da û xwe li ser vê bingehê pêş xist. Dema ku saziya malbatê xeterî li ser me zext kir dîsa min li ser vî hîmî lêpirsîn pêş xist. Herî kêm bi qasî eniya dijmin min ev enî jî lêpirsîn kir û heta ez gihiştime helwestên rast, min şerekî rast meşand. Bi tevî ku di bin rêbertiya PKK’ê de pêşket jî sedemê hebûna vî şerî dîsa PKK ye. Bi qasî ev şer bi zehmet e jî, ger şerekî wiha neyê dayîn em nikarin bi mîlîmekî jî rê bigrin. Di vir de mirov dikare vî tiştî diyar bike. Ger kesayeta we îro di bin bandora giran a malbatgerî û zayendîtiyê de ye, hêza gihiştina çareseriyê û têkoşîna wê di xwe de nabîne ew rewş dide diyarkirin ku ji bo çi hûn kesekî wiha ne. Di demên wê de neçareserkirina van pirsgirêkan bi taybet têkoşîna vê nedayîn dibe sedema lewazbûn, biçûkbûn, ji gelek aliyan ve pêşneketin û nebûna we ya şervanekî mezin e. Hûn xwe têrkirinê û girtîbûnê ji ber van kesayetên xwe yên lihevketî jî dijîn.
Di
rastî de bi destgirtina van mijaran dikeve ser milên wêjevanan. Li ser vê gelek
sekinandina min ji bo rêxistineke şer gelo çiqasî rast e? Lê belê dîsa jî bi
xetên stûr pêwîste mirov li ser vê mijarê raweste. Ji ber ku di dibistanên şer
ên li Tirkiyê jî ev mijar tê destgirtin. Li ser rayedaran sazûmaniya malbatê ya
saxlem tê ferzkirin. Ev ji rayedartiyê re şertekî gelekî girîng e. Pêwîste
rayedarek di nava nêzîkbûneke malbatê ya saxlem de be. Ew vê saziyê weke
bingehê mihafazakariyê dihizirin. Em jî weke bingehê şoreşê rexne dikin.
Pêwîste herî kêm mirov van pirsan zelal bike. Ji aliyê zayendî ve ji her du
aliyan jî, ji rê derketinek tê jiyankirin. Ev jî ji ber lêgerîna bêsînor a xwe
tatmînkirina zayendî û azweriyên zayendî ku bi şêweyên ji rê derketî ve yan jî
harbûyî ve vegotin e. Bi taybet li gel me ku mirovên temen mezin bi keçikên
temen biçûk re dizewicin, mînakê herî zelal a vê yekê ye. Helwesteke berovajiya
vê jî di bin veşariya olî de tê tevgerîn. Ji dinyayê her tiştê xwe dikişîne
nêzikî jinê nabe û vê jî weke tawanekê dibîne. Ev jî cureyeke ji rê derketinê
ye. Malbatekî ku li ser vê bingehê tê avakirin, di nava bêçariyê de ye. Malbat,
bi qasî ku nikaribe xwesteka zayenditî ya bêsînor tatmîn bike, ji ber
doxmatîzma olî jî dijî, zehmetiyan dikişîne. Bandora van helwestan di ketina
malbatê rewşa qeyranan de û bibe bingehê vê mezin e.
Mirov
dikare vê mijarê ji aliyê têkîliya jin û zilam ve bigre dest. Encamên vê yên
din jî hene. Ya herî girîng, dema ku bibêje “min malbat baş avakir, min jin
kire pîrek, ez serdest im” gelekî kêfxweş dibe. Weke ku pêwîstiya cîhanê aniye
cih, dema di nava malbatê de têkiliya jin û zilam, bi vî rengî were avakirin,
çavkaniya girtîbûn, paşverûtî, faşîzm û dagirkeriyê ji xwe re hîmekî têkûz
dibîne. Jinê dike polîs, jina ku polîse jî çeka xwe baş bi kar tîne. Heta nava
refên me jî, jinê baş bi kar tîne. Ew çavbirçîtiya zayendîtiyê bi rengê xistinê
dinirxîne. Ji bo qadên weke sînema, televîzyon, kerxane têne pêşkeşkirin, dîsa
jin in. Firotina jinan gelekî belav bûye û ev rengekî gelekî bibandor tê bi
karanîn. Em dev ji civakê berdin, dixwazin me jî bixin. Li hemberî yê ku
zayenditî weke tawan dibînin jî olê weke çekê bi kar tînin. Jixwe ev bikaranîn
jî. Mînak; Hizbûlah dibêje “PKK malbatê azad dike, ev li hember darezînên me
yên nirxan êrîşeke mezin e” û êrîşeke dijber destpê dike. Ev her du şêwazên ku
di nava jirêderketineke zayendî de ne, li hember rizgarîxwaziya netewî û
şoreşgeriyê ristekî dilêyîzin. Ev jî jêdera xwe ji bingehê malbatê digre. Bi vî
rengî di nirxandina vê rastiyê de, ew jî ji wî alî ve rolekî dilêyîze. Di rastî
de ev bingeh yekser bi dijmin re di nava têkîliyan de ne û ji bo bandorên
dijmin heta dawiyê vekirîne.
Encamekî
vê ya din jî, tenê ji bo xwarin û vexwarinê bidine zarokan pêwîste ku xwe di sûkê
de çil caran bifroşin. Xwendina dibistanê zehmet e, bêperwerdehî û cehalet heta
çokê ye. Tenê ji bo perwerdeya zarokekî pêwîste dê û bavek xwe çil caran tine
bikin. Gelo yê ku deh bîst zarokên xwe hene dê çawa ji bin vê derbikevin? Ev
rewş li gel ku arîşeyeke xirab e, sedema koletiyeke raste jî. Tenê ji bo
muçêyên (maaş) xwe xilas bike û ji bo ku karekî ji xwe re peyda bike, gelo
malxweyê malê çi dike û çi nake? Ger van pirsgirêkan çareser neke, dê were şer
bike, zarok û jina xwe bifroşe. Jixwe dema zarok di malê de ahengiyekê nebîne,
dê xwe di kolanan de bibîne. Dê zaroka keç ji malê bireve, dê zarokê kur jî
bibe tolaz. Malbat heta astekî ku balkêşe de sedema tolaziyê ye, qaşo dibêjin
malbat tolaziyê naxwazin, berovajî malbat jêdera tolaziyê ye. Bav û dê naxwazin
keçên wan ji malê birevin. Lê bêlê sedema vê dîsa malbat e. Feraseta malbatê ya
kêm e. Bi tevî van tiştan jî malbat xwe weke temsîlkarê exlaqê dibîne.
Rêber Apo
0 Yorumlar