Dayîka Kewê Şiwêdî qala jiyana xwe ya 60 salan kir û got: “Me gelek zorî û zehmetî bi çavên xwe dîtin û jiyan kirin lê min ti caran hêviya xwe ya jiyanê winda ne kir. Ji ber ku me divê rêyê de her tişt da ber çavê xwe.”
Jiyan
Pîran
Jinên vî
welatî êşên xwe mîna zarokên xwe di himbêza xwe de meyandin û kirin parçeyek jî
bedena xwe. Her dayîkek yê vê axê xwedî çîrok û serpêhatiyek bedew yê jiyanê
ye. Ne em dikarin bi hevokên xwe rave bikin, ne ji ew dikarin bi gotinên xwe
pênase bikin. Çawa ku yên jiyan nekirî nikarin hîs bikin, yên dibêjin jî gelek
caran nikarin bidin hîskirin. Ji ber ku hemû gotin di qirika wan de dimînin û winda
dibin di nava dîroka bi êş ya hatî qedexe kirî de. Dayîkên nekarîn ji bo êşên
xwe rûndikan bibarînin, xwe kirin mertal ji bo jiyana civakê. Lê ev çiqas
rastiya jin û êşa jiyanê vedibêjin nizanîm. Kewê Şiwêdî ku li Wargeha Penaberan
a Mexmûrê jiyan dike ji rojnama me re wiha qala jiyana xwe kir.
‘Malbatan
biryar dida me jiyan dikir’
Dayîka
Kewê Şiwêdî bi gotin û peyvên jiyana xwe ya 60 salan ji me re vegot û em kirin
yek ji guhdarên çîroka xwe. Dayîka Kewê li gundê Şiwêd yê girêdayî navçeya
Qilaban a bajarê Şîrnexê ji dayîk dibe. Malbata Kewê Şiwêdî li ser xwedîkirina
pez û cotkariyê jiyana xwe ya rojane derbaz dikin. Kewê jî wek her zarokek yê
Botanê bi hêvî û azaweriyek mezin çavê xwe li jiyanê vedike. Zarokatiya xwe hîn
zêdetir li ser rastiya civaka hatî helandin jiyan dike. Bê ku xeberê wê ji
çaranûsa wê ya jiyanê hebe, di her lîstokek ya zarokatiya xwe de ji keyfxweşbûyînê
xwe winda dike. Gelo kî ji me dizane çaranûsa ku li pêşiya me wê çibe? Bi
taybet jî zarokên hîna zarokatiya xwe tam nekirî, bi biryara dayîk û bavên xwe dikevin
çaranûsek çawan ya jiyanê. Dayîka Kewê bi jiyanê re şer dike û mil dide milê
jiyanê. Lê gelek caran neçar dimîne serî ji pîvanên civakê yên ji bo jinê hatî
diyar kirin re bi tewîne. Dayîka Kewê zewaca xwe bibîrxist û wiha got: “Bêyî ku
xebera min ji zawaca min çêbibe, malbata min û ya hevjînê min li hevkiribûn û ez
di temenek biçûk de zewicandim. Wê demê malbatan biryar dida, me jî ji neçarî
pêkdanî. Min hevjînê xwe qet nedîtibû heta ku ez çûyîm di mala wan de. Min
destpêkê gelek zorî jiyan kir, ji ber ku jiyana zewacê ji min re gelek giran
hat. Dema tiyê min di êrişa rejîma Seddam de
jiyana xwe ji destdayî, hevjînê min got; ‘Ji bo ku zarokên birayê min bi sêwî
mezin nebin, ezê bi hevjîna birayê xwe re bizewicim.’ Min destpêkê nepejirand
lê civak û malbatê ez neçar kirim ku ez serê xwe ji vê biryara wan re jî
bitewînim.”
‘Herî
zêde penaberiyê ez êşandim’
Ji ber ku
her roj dewleta Tirk êrişî mala Dayîka Kewê dikir neçar dimîne di sala 1994’an
de penabarî Başûrê Kurdistanê bibin. Êşa penaberî û talakirina
ku wê li Başur jiyan kirî, êşa wê ya li gund da ji bîrkirin. Çawan dewleta Tirk
li Bakûrê Kurdistanê êrişî mala wan dikin. Di penaberiyê de jî PDK’ê êrişî
wargeh, şivan û pezê wan dikirin û dixwestin wan bi ambargoyê teslîm bigrin. Di
ambargoyê de dayîka Kewê zaroka xwe ya du salî winda dike û yê din jî seqet
dimîne. Ev 28 salin dayîka Kewê ruxmê hemû zorî û zehmetiyên penaberiyê, kurê
xwe yê seqet mîna zarokekî di dergoşê de xwedî dike. Di jiyanê de rastî êşên
giran tê lê heta niha ji wek zarokekî nû ji dayîk bûyî hêvî û azaweriya xwe ya
jiyanê winda nekiriye. Kewê di axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta
Tirk û PDK’ û wiha anî ziman: “Min gelek êş kişand lê bi qasî ya penaberiyê ez
ne êşiyam. Ji ber ku me got birayên me yên Kurdin, ji bo wê me berê xwe da wan.
Lê mixabin du zarokên min bûn qurbanî siyaseta wan ya qirêj. Ev 28 salin em di
nava siyaseta dewleta Tirk û hevkarê wî PDK’ê de tên fetisandin. Lê bila baş
bizanîn ku emê serî ji wan re netewînin. Me gelek zorî û zehmetî bi çavên xwe
dîtin û jiyan kirin, lê me ti caran hêviya xwe ya jiyanê winda ne kir. Ji ber
ku me divê rêyê de her tişt da ber çavê xwe.”
0 Yorumlar