Ticker

10/recent/ticker-posts

KCK: Berpirsyarê komkujiyên li Dîlok û Dêrikê AKP-MHP ye!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Qezayên trafîkê yên rû dan, ne kêmî komkujiyekê ne û berpirsyarê vê komkujiyê jî AKP-MHP ye. Ev qezayên ku tê gotin ji ber xemsarî û bêkontrolê rû dane, beşek ji şerê li dijî Kurdan e.


Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser qezayên trafîkê yên li Dîlok û Dêrikê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK'ê got, "Ji ber qezayên trafîkê yên li Mêrdîn-Dêrikê û Dîlokê 35 mirovên me jiyana xwe ji dest dan, bi dehan jî birîndar bûn. Ev bûyerên ku gelê me û raya giştî gelekî êşan, em jî pê gelekî xemgîn bûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane re rehma Xwedê, ji xizmên wan, xelkên Mêrdîn û Dîlokê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku qezayên trafîkê yên rû dane ne kêmî komkujiyekê ne, berpirsyar jî AKP-MHP ye û wiha dewam kir: "Ev qezayên ku tê gotin ji ber xemsarî û bêkontrolê rû dane, di rastiyê de parçeyek ji şerê li dijî Kurdan e. Xemsarî û bêkontrolî encameke şerê qirkirina Kurdan e. Lewma divê mirov van qezayên trafîkê weke komkujiyekê û hewldaneke bi zanebûn bibîne."

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de wiha hate gotin:

POLÎTÎKAYA AKP-MHP'Ê LI SER KUŞTINA KURDAN HATIYE AVAKIRIN

"AKP-MHP dijminê Kurdan e. Polîtîkaya xwe li ser kuştina Kurdan daye rûniştandin. Dijminê ziman, çand, nasname, xweza, bi kurtasî dijminê her tiştên bi navê Kurdîtiyê ye û ji bo Kurdan tune bike, ji bo qirk bike, serî li her rê û rêbazê dide. Bi rê û rêbazên cuda her roj hewl dide bi dehan Kurdan bikuje. Komkujiyên xwe yên li hemberî Kurrdan ne tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, her wiha li Başûr, Rojava, Şengal, Mexmûr û li her devera ku Kurd lê ne dike. Faşîzma AKP-MHP'ê her roj qalê dike ku wê çawa Rojava, Başûr, Şengalê dagir bike, wê çawa bikeve Kampa Mexmûrê û kampê ji holê rake. Bênavber êrîşan dike. Hîn ê 3 roj berê li bajarê Hesekê yê Rojava, bi êrîşekê 4 zarokên Kurd qetil kir. Dê û bavê van zarokan, xizmên wan di encama êrîşên DAÎŞ'ê û çeteyên din ên dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin. Cihê ku lê bûn hem cihê wan ê perwedeyê hem jî cihê lê diman, bû. Tevî ku ev dihate zanîn jî êrîşî vê derê kir û di encama bombardûmana bi balafiran de 4 zarokên Kurd qetil kirin. Ev komkujiya li Hesekê jî ji aliyê AKP-MHP'ê ve hate kirin. Her wiha beriya mehekê li bajarê Zaxoyê yê Başûr 9 mirovên me yên Ereb hatin qetilkirin. AKP-MHP û şefên wê yên faşîst her roj daxuyaniyan didin û bi kêfxweşî radigihînin bê çiqas gerîla û şervanên Kurd qetil kirine. Li zindanan her roj mirovan dikujin. Mirovên ku ji bo Doza Azadiyê ya gelê Kurd têdikoşin ne tenê wan dixin zindanan, her wiha li zindanan jî wan qetil dikin. Bi kurtasî dijminê Kurdan AKP-MHP nîşan dide ku karaktera xwe û hewldanên xwe hemû ji bo kuştin û tunekirina Kurdan e.

BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ DIVÊ LI BER FAŞÎMA AKP-MHP'Ê RABIN KU DIJMINÊ KURDAN E

AKP-MHP dijminê xwezaya Kurdan e û tunekirina cografya Kurdistanê weke parçeyek ji qirkirin û şerê li dijî Kurdan dibîne. Talankirina darên li Şirnexê, parçeyek ji komkujiya Kurdan e. Lewma nabe ku mirov ê rewşê tenê bi talankirina xwezayê vebêje. Bêguman a hatiye kirin talankirina xwezayê ye. Lê belê ev encama qirkirina Kurdan e. Sedema xwe ya esasî dijminatiya li Kurdan e. Komkujiyên li Mêrdîn û Dîlokê jî encameke vê nêzîkatiyê ye. AKP-MHP bi kîjan wesîleyê dibe bila bibe kuştina Kurdan ji bo xwe weke serketinê dibîne. Ji ber vê yekê ne tedbîrekê digire ne jî kontrolekê dike. Ji xwe Kurdistan pêşkêşî komkujî û talana şîrketên desthilatdariya faşîst kiriye. Kurdistanê bi destê van şîrketan talan dike. Bêguman Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd çawa ku hesab ji AKP-MHP'ê dixwaze wê ji van şîrket û rêxistiniyên talan û yekdest ên faşîst jî bipirse. Di serî de xelkên Mêrdîn û Dîlokê gelekî girîng e ku tevahiya gelê Kurdistanê bi xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re di nava piştevaniyê de bin. Divê gelê Kurdistanê bi derfetên xwe xwedî li xwe derkeve, bi têkoşîna rêxistinbûyî li ber faşîzma dijminê Kurdan faşîzma AKP-MHP'ê rabe. Ronîkirina vê komkujiyê tenê bi vî rengî dibe û hesab jî bi vî rengî dikare bê pirsîn. Ev komkujî jî di nav de berpirsyarê komkujiyên li dijî Kurdan hemûyan AKP-MHP ye, lewma nêzîkatî û helwestên şefên faşîst ên AKP-MHP'ê divê bêne redkirin, neyê qebûlkirin. Ev lîstikên şerê taybet ên ji bo xapandinê ne. Nêzbûna şefên AKP-MHP'ê yên bi vî rengî ji bo nixumandina komujiyê ye. Divê weke nêzîkatiya kujerê ku beşdarî merasîma cenaze dibe, bê dîtin. AKP-MHP piştî ku Kurd qir kir, ji bo gelê Kurdistanê nerazîbûnê nîşan nede, bi hev re têkoşînekê nemeşîne, şerê taybet dimeşîne. Divê raya giştî ya demokratîk li hemberî vê yekê hişyar be, şopdar be û ji bo rastiya dijminatiya li Kurdan a AKP-MHP'ê kifş bike, civakê bêhtir ronî bike. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em careke din dibêjin ku bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane, be û ji xizmên wan re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Ji ber vê rewşa bi êş a giran em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û êşê parve dikin."

Yorum Gönder

0 Yorumlar