Jinên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin gotin; “Ji ber ku Rêber Apo aştî û aramiyê dixwaze, xistina nava çar dîwaran de. Divê hemû Kurd û azadîxwaz, êdî ji tecrîdê re bêjin ‘Êdî bes e’.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj
girantir dibe, dewleta Tirk a dagirker bi ti awayî nahêle malbat û parêzer
serdana Îmraliyê bikin û Rêber Ocalan bibînin. Agahî ji Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan nayê girtin. Nerazîbûna dijî tecrîda li ser Rêber Apo her ku
diçe mezin dibe. Jinên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê derbarê
tecrîdê ji Rojnews re axivîn.
Destpêkê jina bi navê Helîm Bulut axivî û tecrîda ku li ser
Rêber Apo bi tundî şermezar kir û got: “Hevalên ku li hember her cûre êrişên
niha di çeperan de li berxwe didin silav dikim û bejna xwe li hember şehîdan
ditewînim. Gotinek heye ku dibêjin; ‘av disekine, lê dijmin nasekine’ pêwiste
em jî li hember wan dijminan têkoşîn bikin û rêya azadiyê bibînin. Em dizanin
ku li cihê Kurd hebe, li cihê ku navê azadiya Kurdan têre derbas bibe dijmin
dikeve dewrê û nahêle xweşî ji xwe re bibînin. Armanca wan ya sereke ewe ku em
Kurd tinebibîn, lê ew bixwe jî dizanin ku çi bikin bila bikin em tine nabin.”
‘Em çiqas li berxwebidin, emê ewqas nêzî serkeftinê
bibin’
Helim di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêwiste gelê
Kurd bibe yek, li şehîd û şervanên xwe xwedî derbikevin: “Pêwîste em di hemû
aliyan de li hember zilmê têkoşîn bikin û em hertim bi şehîd û şervanên xwe re
bin. Wek gelê Kurd divê em yekitiya xwe çêbikin ma heta kengê emê bên
parçekirin? Dema mirov temaşe dike dibîne ku têkoşînek heye, berxwedanek heye
lê ne têrkere ji bilî azadiyê tiştek li pêşiya me nîne Yan Azadî, Yan Azadî. Bi
taybet jî azadiya fîzîkî ya Serokatiya me. Bi fikir û felsefeya Rêbertî ev
ronahî çêbû. Mirovê nezan zana kiriye, mirovê bê çav û guh bi çav û guh kiriye,
mirovên bê ling û bê dest bi ling û bi dest kiriye. Emê heta dawiyê li ser xeta
ku Serokatiyê xêz kirî bimeşin, ji ber wê jî em dizanin ku serkeftin wê ya me
be. Pêwiste em li Serokatiya xwe xwedî derbikevîn. Çi mirovê ku bêje ez Kurdim,
pêwîste rabe ser xwe. Em çiqas berxwedan bikin, emê ewqas nêzî serkeftinê
bibin.”
‘Ka demokrasî’
Her wiha jina bi navê Qedriye Ulaş jî anî ziman ku çalakiyên
tên kirin têrker nîne û got: “Di serî de ez silavên xwe ji Rêbertî, gerîlayên
ku li ser çiya li berxwe didin re dişînim. Ev tecrîda ku li ser Serokatiya me
tê meşandin em bi tûndî şermezar dikin. Ev 24 sale dewleta faşîst a Tirk
Serokatiya me di nava çar dîwaran de zîndan kirine. Ev dewlet û hêzên ku
dibêjin em aştîxwazin, em demokratin, ka aştî û demokrasiya wan? Sedemê girtina
Serokatiya me cîhan hemû jî dizane, ji fikir û ramanên wî ditirsin ji ber wê ew
xistine di navbera çar dîwaran de. Çalakiyên ku tên kirin ji bo vê pêvajoyê û
tecrîda ku li ser Serokatiya me tê meşandin ne têrkerin.”
Qedriye herî dawî ev bangawazî kir: “Bangawaziya me ji
dewlet û hêzên ku dibêjin em demokratin ewe ku di demek nêz de hemû li dijî vê
tecrîdê rabin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin. Êdî em dibêjin bese ji vê
tecrîdê re, pêwiste cîhan û kesên xwedî wijdan jî rabin ser xwe.”
0 Yorumlar