Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê dan diyarkirin ku ti ferqa CPT, saziya mafê mirovan û Erdogon nîne. Ji ber wê baweriya wan bi ti saziyên a mfê mirovan nayê. Pêwîste demildest şandeyek serbixwe biçe Îmraliyê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêzîk ve bê zanîn.
Xurbet Tallî
Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi
awayekî lezgîn şadina şandeyekê ji bo Îmraliyê, şêniyên Wargeha Penaberan a
Şehîd Rustem Cûdî ji rojnama me re axivîn û gotin ku divê demildest şandeyek bê
alî biçin Îmraliyê.
‘Divê em hêviyê ji ti hêz û dewletan nekin’
Dilvîn Oremarî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda
girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdeyî bîst mehane ti
agahî jê nayê girtin û wiha pêde çû: “Em vê tecrîda ku dewleta faşîst a Tirk li
ser Rêber Apo dimeşîne şermezar dikin. Dewletên ku qaşo xwe weke demokrat û
parêzvanên mafê mirovan didin nasikirin, girêdayî rewşa Rêbetiya me ti
helwestek nîşan nadin û bêdengin. Ev erka wan ji bo gelê Kurd û Rêber Apo tenê
li ser gotinêye ango bi erka xwe narabin. Ji bo ev tecrîd bê şkandin pêwîste em
wek gelê Kurd bi taybet wekî jin têkoşîn û çalakiyên xwe hîn xurtir bikin. Divê
em hêviyê ji ti hêz û dewletan nekin, em wek gelê Kurd û dostên xwe destê xwe
bidin hev û li himberî vê tecrîdê rawestin û bêjin êdî bese.”
‘Yê ku Kurdan bike hêz rêxistina Kurd bixwe ye’
Dilvîn Oremarî herî dawî îşaret bi şandina şandeyek serbixwe kir û got: “ Saziyek
bi navê CPT ku weke saziya pêşîlêgirtina li êşkence û bêmafiyê tê naskirin, lê
me dît ku herî dawî dema digotin qaşo çûye Îmraliyê lê piştre derket holê ku
neçûye, bi vê yekê xwest gelê Kurd bixapîne. Ji bo wê jî divê gelê Kurd ti carî
pişta xwe nede ti dewlet û hêzan, yê ku Kurdan bike hêz rêxistina Kurd bixwe
ye. Divê Kurdên li her devera Kurdistan û derveyî welat bibin xwedî yek helwest
ku di demek zûtirîn de şandeyek serbixwe biçe Îmraliyê û rewşa Rêbertiya me bê
zanîn.”
‘Dixwazin gelê Kurd fêrî bê Rêbertî û Tevgera Azadî
bikin’
Zekî Gverî jî hêrsa xwe ya li himberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê
gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha anî ziman: “Wek gelê Kurd ev bîst mehin me ti
agahî ji Serokatiya xwe negirtiye. Hinek saziyan bi navê parêzvanên mafê
mirovan qaşo mafê mirovan diparêzin û nahêlin mirov bên êşekencekirin lê ev di
rastiyê de ne wisaye, berevajî saziya desthilata wan sîstemên ku êşkenceyê
dikin e. CPT ne saziya ku mafê mirovan diparêze yan jî pêşî li êşkenceyan
digre, navê wê saziya êşkeceyê bi rêve dibe ye. Em bi ti awayî vê tecrîda li
ser Rêbertiya xwe qebûl nakin, eger xwestekek wan ya ku me bê Rêbetî bihêle
hebe, ev yek wê ji bo wan tenê xeyal be. Ji bo wan saziyên ku bi navê parastina
mafê mirovan tê naskirin şermekî pir mezine ku bi vî awayî nêzîkî Rêbertiya
gelekî dibin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd xeta sore bila cîhan vêya baş
bizanibe. Neteweyên Yekbûyî qaşo mafên gelan diparêze lê berovajî mafê
destilatan diparêze. Wek gelê Kurd wan kengê mafê me parastiye? Ew jî dixwazin
bi dagirkeran re mafên me yên mayî jî binpêbikin. Dixwazin di kesayeta Rêbertî
de gelê Kurd fêrî bê Rêbertî û Tevgera Azadî bikin. Tevgera Azadiyê zarokên me
ne.”
‘Eger em tiştekê ji Rêbertiya xwe nezanin emê herderê
bikin agir’
Zekî Geverî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bila wisa ne hizirin
ku gelê Kurd yê ku rêxistin û Serokatî naskirîn wê dest ji vê dozê berdin. Ev
bêmafî û bê edaletiya ku di cîhanê de heyî, êdî nayê qebûlkrin. Divê her
Kurdekî li kurderê dibe bila bibe bi hevre bibi yek wekî seferberiyê, ji bo ku
em bikaribin Rêber Apo ji zindana Îmraliyê azad bikin. Her wiha em bang li
tevahî gelê Kurd û dostên gelê Kurd dikin, bi taybet berpirsyarên xwe yên Kurd
û dostên xwe dikin ku berxwedanî û tekoşîna xwe hîn xurtirbikin ku em bikaribin
şandeyekî serbixwe bişînin Îmraliyê. Piştî vegera ji Îmraliyê jî pêwîste rewşa
li wir ji gelê Kurd re ragihînin. Ji ber ku di çavê gelê Kurd de ferqa CPT,
saziya mafê mirovan û Erdogon nîne. Ji ber wê jî êdî baweriya me bi ti saziyên
amfê mirovan nayê. Eger em tiştekê ji Rêbertiya xwe nezanin emê herderê bikin
agir. Bila ev cîhan û sîstema vê cîhanê baş bizanibin yan wê vê zilm û tecrîdê
di kesayeta Rêbertî de li ser tevahî gelê Kurd bide rakirin yan jî emê agir
berdin vê cîhanê bi sîstema wê ve bişewitînin.”
0 Yorumlar