Ticker

10/recent/ticker-posts

Hikûmeta Herêmê nikare pêşiya êrişên dewletên dagirker bigire! Beşa-1

Wezîrê Karê hundir ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê demek beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hêza wan wek hikûmet, têrê nake ku pêşiya êrişên dewletên dagirker bigirin.

Her çiqas ev daxuyanî ne cihê baweriyê jî be, lê em wisa bihesibînin ku hêza wan têrê nake ku pêşiya êrişên ji derve ber bi hundir ve pêktên, bigirin. Lê tê zanîn ku êriş tenê ji derve ber bi hundir ve pêk nayên. Ma balafirên keşfê yên dewleta Tirk a faşîst ji Bakur tên êrişî Şengal, Mexmûr, Silêmanî û Herêmên Parastina Medya dikin? Ne, wek tê zanîn ku baregeha wan balafiran li Hewlerê, di dibin parastina PDK’ê de ye. Dîsa tê zanîn ku îstîxbarata wan deveran jî ji aliyê PDK’ê ve tê dayîn. Ma hikûmeta herêmê di guhê ga de raketiye ku nizane? An henekên xwe bi eqlê welatiyan, gelê Kurd dikin? Dîsa ma ew qas bêhêze ku nikare pêşiya wan êrişên namerdane bigire? Em wisa bigirin dest ku hêza wan têrê nake pêşiya îstîxbarat dayîn û êrişên balafirên keşfê bigire. Lê hikûmeta herêmê dikare pêşiya êrişên ku li Silêmanî û Hewlerê, li hember welatparêzên ku ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê xwe spartin Başûr, bigire. Ma qey nikare? Eger nikare, wê demê hikûmet ji bo çiye? Madem nekare pêşiya êrişên ku derve û hundir pêktên bigire, wê demê çima heye? Çima navê hikûmet li xwe kiriye? Eger hêz tunebe, wê demê tu ferqa reşreşeyek (bostan korkuluğu) û hikûmeta herêmê tuneye. Reşreşe jî bikêr tê, rol dileyîze. Lê hikûmeta herêmê ne di çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên civakê û ne jî pêşî girtina êriişên nemerdane de rola xwe dileyîze. Ne ku nikare. Nav hikûmeta herêma Kurdistanê ye, lê heta hikûmet di bin siya xanedana barzanî û çeqelên ku li derdora wê xanedaniyê de kom bûne dernekeve, ne pêkane ku ji bo herêmê jî ji bo tevahî Kurdistanê jî tiştek erênî bê kirin. Ev heqîqeteke ku nayê înkarkirin.

Jixwe qasî ev daxuyanî ne cihê baweriyê be, ewqas jî manîdare. Ji ber ku ev daxuyanî, tam jî di dema hikûmeta Iraqê biryar da ku leşkerên xwe li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bicih bike de, hat dayîn. Divê mirov guman nêzîkî vê biryarê jî bibe. Ji ber ku her çiqas bin navê pêşî li girtina êrişên dewletên faşîst biryar hatibe girtin jî, armanca wan ne pêşî li girtina êrişan e. Eger bi rastî jî rast û dûristbûya wê destpêkê ji hundir ve destpê kiriban. Ji ber ku eger gotin di cih de be, diz di hundirê malê de ye. Yanî wekî me li jor anî ziman ji hundir ve jî êriş pêktên, hem ji aliyê balafirên keşfê ve, hem ji erdê ve bi destê MÎT’ê reşkujî pêktên û hem jî baregehên hundir (Tirk) komkujiyê pêktînin. Ma qey baregehên Tirkan ên Bakur, ew komkujiya turîstên Ereb a Perexê pêkanîn? Tevahî cîhanê dît ku baregehek hundir a dewleta faşîst ew komkujî pêkaniye. Hem em ferz bikin ku ev biryar ji bo pêşî li girtina êrişên dagirkeran hatiye girtin û pêşî li êrişên ku bejahî tên jî asteng kir. Ê baş e, êrişên hewayî wê çawabin? Wê çawa pêşiya êrişên hewayî bigirin? Ma qey balafirên şer û helîkopter ji bejahiyê ve derbasî xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê dibin? Ka bêjin hûn ê çawa pêşiya wan bigirin? Dê em wisa bihesibînin ku we, pêşiya balafir û helîkopterên ku ji derve jî tên girtin. Baş e, hûn ê çawa pêşiya êrişên hundir bigirin? Lewra divê mirov guman nêzîkî vê biryarê bibe. Ji ber ku di vê derê de rast û dûristî tuneye. Vê derê armanc ne parastina xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê ye.

Bager Ronî


Yorum Gönder

0 Yorumlar