Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê li dijî êrişa îro ya dewleta Tirk meşiya

Xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ku îro di saetên êvarî de malek ya wargehê bombebaran kir meşek girseyî lidar xist.


Îro derdora demjimêr 17:00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr bû hedefa balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker. Bi boneya şermezarkirina vê êrişa hovane ya dewleta Tirk, xelkê wargehê meşekî girseyî lidar xist.

Meş li ber avahîya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bimire Xiyanet, Bijî Berxwedana Mexmûrê’ hatin qêrîn. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY’yê li wê derê daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak ve hat dayîn.

Fîlîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe de êrişa dewleta Tirk a li ser wargehê bi tundî şermezar kir û wiha peyîvî: “Îro li derdora demjimêr 17:00’an de mala dayikên aştiyê ya ku bi salane di nava vî şerî de nûnertiya aştiyê dikirin ji aliyê balafirên bêmirov û biçek yê dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Her êrişa ku li ser wargeha me pêk tê, bi armanca belavkirin û çavtirsandina xelkê wargehê ye. Bi hezaran sedeman rêzdikin. Gotin ‘HPG li vire’ di sala 2023’an de bi awayek fermî ji vir xwe vekişand. Hikûmeta Iraq û Tirkiye jî vêya dizanin. Lê ji bo derewkeran ev ne sedeme, li vê derê hedef yek ser xelkê Mexmûre ku ev sih salin li hemberî dek û dolabên wan çok nedanîne û li ber xwe dide ev bûye derdek li ser dile wan. Ew çi bikin jî ev gel kêliyekê jî dest ji berxwedana xwe bernade. Bi dehan hevdîtin bi hikûmeta Iraqê re hatin kirin, ev xaka we ye, dewleta Tirk tecawizî xaka we dike lê wekî dewletekî yan hikûmetekî ti bertekekî cidî li beranberî vî dijminê hov nehate nîşandan.

Îro 12  rojin wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di nava wargehê de digere. Qaşo ji bo vegera NY’ê ya wargehê dê serjimêrî bikin. Di kêliya ku ew şande di nava wargehê de digeriya ev êriş li ser wargehê pêk hat. Ka desthilata Iraqê, ka yekparebûna Iraqê? Çima balafirek li ser Kerkûkê re firî ji ber berjewendiyên wan yên petrolê yên siyasî ew balafir anîn xwarê. Çima ji 2017 hata niha wargeheke 12 hezar mirov têde dijîn, rojane balafirên bêmirov û bombebarkirî li ser vê wargehê digerin? Bi dehan caran wargeh bombebaran kirin. Bi dehan şehîd û birîndarên me çêbûn. Lê hikûmeta Iraqê ne bertekek nîşan da û ne jî balafirek anîn xwarê. Ji ber ku li hevkirinekî qirêj di navbera her çar deweletên hevpeymanên Lozanê de li ser gelê Kurd heye û îro jî Mexmûr yekem hedefa van dewletan de ye. Weke xelkê wargeha Mexmûrê helwestên me li beranberî xiyanetkarên wek Mala Barzan diyarin. Êrişên ku li Silêmanî, li Rojava û Mexmûrê diqewimin li beranberî vêya em banga têkoşîna navendî dikin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimire Xiyanet’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar