Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Civakbûn bi xwe pêşxistin û xwe nûkirinê dibe

 Endamên Saziyên Wargeha Mexmûrê ku di perwerdeya Şehîd Ehmed Rûbar de ne, diyarkirin ku ev perwerde ji bo derbazkirina pirsgirêkên civakê û xûrtkirina kar û xebatan, çavkaniyek bingehîne.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, Akademiya civaka demokratîk a bi navê Akademiya Şehîd Dr. Huseyîn Akdag hatiye vekirin û di bin banê Meclîsa Gel de kar dimeşîne. Di vê akademiyê de dewreyek ya perwerdeyê ji bo endamên Meclîsa Gel a wargehê li ser navê Şehîd Ehmed Rûbar hatiye destpêkirin. Dewreyên perwerdeyê li ser bingehê parêznameyên Rêbertî û sîstema KCK’ê tên dayîn. Armanca vê dewreyê perwerdekirina hemû endamên saziyên wargehêne. Têkildarî vê perwedeyê Hevberdevka Qada perwerdê Hêlîn Kara û Endamê Meclîsa Gel Ezîz Koçer ji ajansa me Rojnews re axivîn.

‘Divê bingehekî hîn saxlemtir çêbike’ 

Hevberdevka Qada perwerdê Hêlîn Kara di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku ev demeke wan di Akademiya Şehîd Dr. Hisên de dest bi dewreyek ya perwerdê kiriye û got: “Bê gûman perwerde li gorî her demekê pêwîstî bi nûbûnekê heye, ev perwerde jî li ser bingehê ku emê çawan bikaribin pirsgirêkên di civakê de heyîn bidin derbazkirin. Ji bo vê jî her kesekî ku di vê civakê de jiyan dike, pêwîstiya wî/ê bi nûbûn û pêşketinê heye ku bikaribe rêya xwe hîn baştir bibîne û ji pirsgirêkên xwe û derdor re bibe bersiv. Ji ber vê jî her perwerdeya ku tê dîtin, bê gûman divê bi xwe re gûhertin û bingehekî hîn saxlemtir çêbike ku bikaribe kar û xebatek hîn baştir bide meşandin.”

Hêlîn Kara di dewamê de anî ziman ku perwerde taybetmendiyeke ku mirovan kariye bi perwerdeyê hem civakbûna xwe biparêzin û hem jî bide qezenckirin û wiha dom kir: “Pêwîste her kesê ku di civakê de jiyan dike, hem wek kes û hem jî di nava giştî de xwe perwerde bike. Ji ber ku pêşxistin û xwe nû kirin di bingeh de yê ku mirov kirî civake, ji bo wê jî ev pêwîstiyeke û ev jî di jiyanê de her tim girîngiya xwe diparêze. Girîngiya perwerdeyê ji bo jinan hîn zêdetire. Dema mirov di jiyanê de meyze dike yê ku herî zêde bi çewisandin û bê perwerdetiyê re rû bi rû hatî hiştin jine. Ji bo wê jî divê hewldanên wê hîn zêdetir ji bo perwerdeyê hebe.”

‘Encex bi perwerdeyê dikare derbaz bike’

Her wiha Endamê Meclîsa Gel Ezîz Koçer jî di derbarê heman mijarê de axivî û diyar kir ku ev zêdeyî bîst rojin ew di dewreya Şehîd Ehmed Rûbar de perwerdeyê dibînin û wiha qala perwerdeya tê dayîn kir: “Di perwerdeyê de mijarên ku li ser tên nîqaşkirin wek naskirina sîstemê, armancên konfederalîzma demokratîk û netewa demokratîk, hevjiyana azad, şerê gelê şoreşgerî û hwd ev hemû berfireh tên vekirin û li ser tên nîqaşkirin. Mirov dikare bêje perwerdeya me heta astekê baş derbaz dibe.”

Ezîz Koçer di berdewama axaftinên xwe de qala guhertina kes ya di aliyê hişmendî de jî kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Eger armanca kes ya ji bo guhertin û vegûhertinê hebe û bixwaze xwe bide guhertin, encex bi perwerdeyê dikare derbaz bike. Ji bo em bibin mirovên ku pêşengtiya netewa demokratîk dikin, pêwîste em di aliyê perwerdeyê de xwe pêşbixin. Yek ji aramanca Akademiya Şehîd Dr Hisên û dewereya Şehîd Ehmed Rûbar, xwe perwerdekirin û pirsgirêkên heyî nîqaşkirine. Em bang li hemû qadên ku têkoşîna azadiyê lê tê meşandin dikin ku divê destpêkê xwe perwerde bike û bi wê jî xwe biparêzin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar