Bersivên Gel;
-Fikirê kombûyî
ye.
-Zanabûn e.
-Hêza mirov e.
-Zanista kar e.
-Eynika pratîka mirov e.
-Nêrîna jiyanê ye.
-Fikir anîna ziman e.
-Fikirê mirov e.
-Afirînera hebûnê ye.
-Tespîta pirsgirêkan e.
-Hişmendî ye.
-Bersiva pirsa, “çawa?” ye.
-Çavkaniya gotinê ye.
Teorî peyvekî Yewnanî ye û tê wateya
dîtin û agahiyê. Dema teorî tê gotin raste rast gotin û zanîn tê bîra mirov.
Lewra teorî bi herdûyan re jî têkildare, lê tenê bi wan re jî nayê îfadekirin.
Teorî zêdetir zanîsta kar û kirinê ye ango zagon û qûralên ku bi awayek pergalî
hemû rastiyan tîne zimane. Yanî tiştê pratîkî ya girêdayî mirov dafirîne ye.
Mirov hebûnekî civakî ye û bêyî
zanîn û agahiyê nikare jiyan bike. Civakîbûn û wek civak xwe birêxistinkirina
mirov bi zanabûnê re çêdibe. Mirov bi qasî ku têdigihîje li ser piya dimîne û
domdariya jiyana xwe pêktîne. Ji bo ku mirov bizanibe çawa jiyan bike an jî
pirsgirêkên xwe yên jiyanî çareser bike, neçarî zanînê ye. Û bi qasî ku dizane
jî jiyan dike. Ji bo jiyanê zanîn mirovan ji ajal û zindiyên din cuda dike. Di
civakê de têgeha “cehalet” hinek bi vê re girêdayî tê bikar anîn. Mirovê ku
şaştiyan dike, nezan an jî cahîl tê dîtin. Mirov ji ber rastiya xwe bi qasî
têgihîştina xwe jiyan dike û şaşîtî û rastiyên xwe jî bi vê têgihîştinê re
dipîve. Em dikarin ji têgihîştina mirov re bêjin teorî. Lewra têgihîştin rêya
jiyanê vedike. Jiyan jî bi bersiva pirsa “çawa” re dibe berhemdar û domdar.
Bersiva pirsa “çawa” teoriya mirove. Yanî têgihiştin ango zanîna mirove.
Zanîna mirov bêyî pêkanînê îzah
kirin, wê di rastiya mirov anîna ziman de bibe sedema kêmasiyan. Ji ber vê dema
teorî tê gotin her tim behsa pratîkê jî tê kirin. Pergala desthilatdar hewl
dide hemû zanînê bike tekela xwe û bi vê re
jî dixwaze mirov ji zanînê qût bike. Lewra mirovê ku nizanibe çawa jiyan bike,
mirovê kole ye. pergal ji mirovê zana ditirse û ji ber vê mirov ji kirinê qût
dike an jî tîne asta nefikirînê. Dema ji mirovekî/ê re lafazan û demogog tê
gotin, behsa mirovê ku tenê dibêjê tê kirin. Dema behsa mirovê ku her tim şaşîtiyan
dike tê kirin jî, behsa mirovê ku beyî bifikire dike tê kirin, behsa mirovên ku
wek robotan lê hatine tê kirin.
Rêbertî dema behsa şoreşgerî û mirovbûnê dike pîvana,
“dema dike difikire, dema difikire jî dike” tîne ziman. Yanî dema pêkanînê di
heman demê de dema fikirandinê ye jî. Ji ber vê pêwîste fikirîn û kirin yekpare
be. Di navbera teorî û pratîkê de qûtbûn hebe, li wir ji mirovbûnê dûrketin
derdikeve holê. Lewra teorî û pratîk bi awayek rêgezî ji hev nayên qûtkirin û
di nav têkiliyekî diyalektîkî de ne. Bêyî pratîkê teorî, bêyî teorî jî pratîk
nabe. Pratîk çavkaniya zanînê ye. Bi gotinekî din zanabûna mirov encex wê bi
pratîka wî/ê re were dîtin. Ji ber vê teorî ji pratîkê, pratîk jî ji teoriyê
çêdibe. Pratîk di heman demê de ji bo rast û şaşbûna teoriyê bê fêmkirin wek
pîvane jî.
Heger teoriyek venegûhere pratîkê wê di nava xwe de
bicemide û ji jiyanê qût bibe. Ev yek wê mirov ji jiyanê qût bike. Dema
pratîkek jî venegûhere teoriyek nû an jî pêşketîtir, wê demê dê bibe çavkaniya
nakokî û pirsgirêkan. Ji ber vê herdû bi hevdû re pêşdikevin û mirov nikare
bêje destpêkê teorî piştre pratîk an jî pratîk piştre teorî. Herdû hemwext û bi
hevre ne û hilberîna civakî jî berhema vê yekê ye. Rêbertî dema dibêje mirov,
“di kêliyê de çêdibe” behsa vê xalê dike. Yanî teorî û pratîk di diyalektîka
çêbûn û pêşketina mirov de her tim vedigûherin hevdû. Û bi hevdû re rastiya
mirovî dafirînin. Mirovbûn berhema yekparebûna teorî û pratîkê ye.
0 Yorumlar