Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê çalakiya nobetê salek û nîv li pey xwe hişt

Li Wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi koma 106’an di roja 538’an de didome.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpê kirin, bi koma 106’an di roja 538’an de berdewam dike

Merasîma li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 105’an Hevberdevka Komîteya ya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê Nûran Sezgîn axivî.

Nûran Sezgîn di axaftina xwe de balkişand li ser çalakiya nobetê ya ku ev salek û nîve li wargehê bi biryardariyek xurt didome û wiha got: “Ev salek û nîve gel û hemû saziyên wargehê cihê xwe di vê çalakiyê de girtine. Piştî 44 mehan bêdengiyê li Îmaraliyê, ev du carin hevdîtin bi Rêbertî re pêkhat û em bi peyamên Rêbertiya derbazî sala nû bûn. Ev ji bo me şanaziyeke. Em silavên Rêbertiya xwe hembêz dikin û em jî Rêber Apo ji dil û can silav dikin.

Ev pêvajoya tê qalkirin encama keda Rêbertî, şehîd û şervanên me ye. Hêviya me ya sala 2025’ê azadiya fîzîk ya Rêber Apo ye. Divê pêvajoyê de erkê dikeve ser milê me, emê pêkbînin. Piştî du rojan salvegera komkujiya Parîsê ye, em jinên pêşeng yên li Parîsê hatîn armanc girtin bibîr tînîn û em soza domandina têkoşîn û berxwedanê didin.”

Merasima dewrgirtin bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Apo Jiyan nabe’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar