Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Mexmûrê bi koma 66’an didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 66’emîn di roja 337 de bi biryardariyek xurt didome.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 337 roj li pey xwe hişt û ji aliyê koma 65’an ve dewrî koma 66’an hate kirin.

Beriya dewrgirtinê deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin û piştre li ser navê koma 65’an Xelîl Hevlerî axivî.

Xelîl Hevlerî di axaftina xwe de bang li gelê Kurd û tevahî cîhanê kir ku ji bo Rêber Apo rabin ser lingan û got: “Em destpêkê berxwedanvanên zîndanan û hevalên serê çiyan li berxwe didin silav dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji bo em vê çalakiyê bigihînin encamê, em tevahî gelê Kurd vedixwînin ku vê çalakiyê hîn xurtir bikin da ku em tecrîda li ser Serokatiya xwe bişkênin.”

Piştî axaftinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ koma 66’emîn çalakî dewir girt.

Yorum Gönder

0 Yorumlar