Kurdistan bi şûnwarên xwe yên kevnar ve navdar e û her yek ji van şûnwarên kevnar bi xwe dîrokek in. Di vê navberê de girîngtirîn şûnwarên Kurdistanê ew in ku dîroka wan vedigerine bo hezaran sal beriya niha. Yek ji wan karên endazyarî yên taybet ku Kurdistan pêve bi nav û bang e, çêkirina kelehan e. Yek ji wan kelehên Kurdistanê jî keleha Kerkûkê ya ku şûnwarek girîng û xwediyê dîrokeke kevnar e û di naverasta bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê de cih digire. Dîroka keleha Kerkûkê vedigere bo naverasta hezareya duyem ya beriya zayînê.
Çend nêrînek
derbarê avakirina keleha Kerkûkê de
Yek ji wan
nêrînên derbarê avakirina keleha Kerkûkê ew e ku yek ji hakimên hezareya duyem
a beriya zayînê yê bi navê Şah Şîlwa Tîşub, keleh ava kiriye. Lê hin ji dîroknivîsên
dinê dibêjin ew kelehe di serdema şahê Aşûriyan yê bi navê Aşûr Nasirbalî yê
Duyem de li sala 850 heta 884’’an B.Z hatiye çêkirin, ku wê demê wî şahî ew
keleh ji bo piştevaniya hêzên xwe çê kiriye.
Nêrîneke
din jî ew e ku keleha Kerkûkê ji aliyê paşa Siloksiyê Yekem Nîkator ve hatiye
çêkirin ku damezrînerê împaratoriya Silokî bûye. Ev împratorî li ser bermayiyên hilweşiyayî yên
împaratoriya Mexedonî, ku ji aliyê Îskenderê Mexedonî ve hatibû damezrandin,
hat mezinkirin. Paşa Siloks karîbû di sala 3122’an B.Z de dest bi ser welatê
Babilê de bigire û bajarê Silokî yê li ser çemê Dîcleyê bike paytexta împaratoriya xwe. Ew keleh jî, ji bo
leşkeran û perestgehên cihû û xiristiyan ava kiriye.
Şêwaza
çêkirina keleha Kerkûkê
Keleha
Kerkûkê li ser dîzayna kelehsaziya Aşûriya kevn û li ser pahnahiya 170 donim,
di naverasta bajarê Kerkûkê de hatiye avakirin. Bilindahiya vê kelehê 44 metre
ye. Keleha Kerkûkê xwediyê 72 bircan e û herwisa 32 rêyên cur bi cur ji bo çûna
nav kelehê hatine çêkirin. Beşa herî girîng a kelehê beşa rojava bû, ku bi
Şatir tê naskirin, ku li wir gora pêxemberê
“Daniyê Nebî” heye.
Keleha
Kerkûkê çar deriyên sereke hene ku du ji wan dikevine beşa rojhilat û duyên din
dikevine beşa rojava. Deriyê yekem bi deriyê topê hatiye naskirin ku yek ji
deriyên sereke yên kelehê ye û li hember çemê Xase cih digire û di sala 1820’an
de ji aliyê waliyê Mûsilê ve hate çêkirin. Niha tenê ew derî wekî xwe maye û
şêwaza wê hatiye parastin û nêzî 150 sal e nehatiye destkarîkirin.
Buha û
girîngiya keleha Kerkûkê
Li 19’ê
Nîsana 2021’an, birêveberayetiya beşa saziyên navdewletî ya desteya giştî ya
şûnwar û kelûpelên Iraqê, bi hevkariya saziya UNESCO’yê keleha Kerkûkê xistine
nav lîsteya demkî ya şûnwarên cîhanê. Ev jî, ji ber girîngiya kelehê ji aliyê
pirçandîbûna wê ve, di nav wan de mizgefta Daniyalê Pêxember, mizgefta Mezin û
mizgefta Uriyan û herwiha hebûna dêra Kildanî ya Um Ehzan e. Herwisa keleha
Kerkûkê çend yekîneyan li xwe digire, di nav wan de Bazara Qeyser û Kubeya Kesk
(ku dîroka wê vedigere bo serdema Etabegî di sala 752 a Koçî de), û herweha
çend malên kultûrî.
Di dawiya
sedsala 80’ê û destpêka sedsala 90’an, di dema nûjenkirina kelehê de, şûnwarên
17 bazar û dukanên kevn di wê navçeyê de hatine peydakirin û bi yek ji
kevntirîn şûnwarên Iraqê hatine zanîn. Di vê kelehê de gora beşek ji leşkeran
tê de ye ku ew jî leşkerên Osmaniyan bûne û di şerê yekem ê cîhanê de hatine
kuştin. Keleha Kerkûkê di warê rewşenbîrî de girîngiyek cîhanî heye. Keleh di
heman demê de li ser pîvanên kêm ên çand û şaristaniya jiyanê wekî xwedî
girîngiya dîrokî tê hesibandin, ji ber
ku di warê avakirin û endazyarî de mînakeke bilind e û qonaxeke girîng a dîroka
mirovahiyê nîşan dide.
0 Yorumlar