Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Lorînên di kêliyên êşê û kederande’

Dayîka Eyşê Spîndarokî ya 70’ê salî baldikîşîne li ser êşên dayîkên Kurd yên ku jiyan kirine û wiha qala keserên di dilê dayîkan de bûyî lorîk kir: “Êşên me em kirîn dengbêj û me bi lorîkan êşa hinavên xwe hênik kirin”

Jiyan Pîran

Gelê Kurd bi taybet dayîkên Kurd bi lorîk û dengbêjiyan hestên xwe yên keyfxweşî, êş, xerîbî û xuruşan vegotine û ev lorîk ji bûne mîrateyên çanda gelê Kurd ku heta niha jî gelek dayîkên me bi van lorîkan hestên xwe rave dikin. Yek jî van jî Dayîka Eyşê Spîndarokî  ku bi lorîkan êşa windahiya zarokên xwe, xerîbiya penabertî û berxwedana gelê wargehê vedibêje.

‘Me landika zarokên xwe bi lorîkên êşê hejandin’

Dayîka Eyşê diyar kir ku êşên mirovan, dike mirovek têgihiştî. Dayîk serpêhatî û çîrokek bi êşe bi lorîkan êşên xwe himbêz dikin û wiha got: “Min di zarokatiya xwe de ti caran dengbêjî û lorîk ne digot. Di malbata me de bavê min denkbêjek zîrek bû, di herêma me de dihat naskirin. Piştî ez zewicîm bi derbazbûna demê re rêxistin hat herêma me, bi naskirina partiyê re êrişên dijmin yên li ser me zêde bûn. Hevjînê min beşdarî rêxistinê bû, êdî bi ti awayî dijmin nehêla em rehetiyê biçavê xwe bibînin. Ev êş, keder û xerîbiya me em kirin dengbêj. Me landika zarokên xwe bi lorîkên êşê hejandin. Bi xeribiya welat û zarokên xwe ku em derbederê welatê xwe bûn, me hesreta dilê xwe bi lorîkên xwe hênik dikir. Piranî lorîk ji aliyê dayîkên ku zarokên xwe windakirî ve tên gotin. Min jî destpêkê dengbêjî û lorîk ne digotim lê piştî zarokên min bûn gerîla û şehîd ketin, min dest bi lorîk gotinê kir. Piranî dayîk bi lorîkan landika zarokên xwe di hejînin, ev çandeke ji nivşê me yê berê ji bo me maye.”

‘Dayîkan bi lorîkan bêhna xwe dianî der’

Dayîka Eyşê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû dayîkên Kurdan êşa xwe bi lorîkan aniye ser ziman û wiha pêde çû: “Kêm jî be bi lorîkekê dayîkan êşa xwe ya wê kêliyê jiyan dike vedigotin. Ji ber ku Kesên êşa kezebê jiyan ne kiribe nikare lorîkan ji dil vebêje. Piranî lorîk di kêliyên êşê de tên gotin. Tê bîra min di salên 1980’an de li gundê me jinek ciwan hat kuştin, dayîka wê heta serê sibê lorîk pey lorîk li ser keça xwe got û me gundiyan jî guhdar kir. Dayîkan bi lorîkan bêhna xwe dianî der. Dema neviyên min çêbûn min bi lorîkan ew di razad. Ev jî parçeyek ji wan lorîkane.

‘Ez teyrim teyrê bejî

Min hêlina xwe çêkir li ser vî darî, nawilah li ser vî hejî.

Ji birîna xelkê tê xwîna zelal ji ya min tê qet û mejî.

Ez teyrim teyrê mirî.

Min hêlîna xwe çêkir li ser vî stirî.

Ji birinê xelkê tê xwîna zelal ya min tê xwîn û girî.”

Bihar şalûl û bilbilan çêkir hêlîna xwe li ser zinar û şikêre.

Sêsed heyf û mixabin lawên nestêle çûn gorê kul û mereqên Kurdistanê mabûn pêre.”

‘Zarokên me girîngî bi çanda lorîkan nadin’

Dayîka Eyşê Spîndarokî bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Me gelek lorîkên mîna van bi êş û xeribiya xwe vegotine. Lê  dema em temaşe dikin, em dibînin ku ciwanên me yên niha xwe nadin ber vê çanda me ya Kurdan. Pêwîste em wek gel vê çandê di nava xwe de bi parêzin û nehêlin di nava civaka me de winda bibe. Ji ber teknîk û teknolojiya ku niha di destê ciwan û zarokên me de heyî, zêde girîngî bi vê çanda dengbêjî û lorîkan nayê dayîn.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar