Li Wargeha Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 27 roj li pey xwe hişt.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 27 rojin berdewam e.
Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 14’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 13’an Sadiq Tarhan axivî.
Sadiq Tarhan di destpêka axaftinên xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got: “Ev tecrîda li ser Rêberê me, tecrîdek namerdane ye. Em xwedî dozek azadin û em mafdarin. Banga me ji tevahî mirovahiyê re heye ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bêdeng nemînin. Tecrîd rêbazek dijî mirovatiyê ye. Emê bi çalakiyên xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidest bixin.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
0 Yorumlar