Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê israra xwe hewl dide gelê Kurd teslîm bigre. Lê çi dikin bila bikin wê gelê Kurd li hemberî siyaseta teslîm girtinê ti carî serî netewîne.”
Xurbet Tallî
Wek tê
zanîn ev 26 salin Rêber Apo li Zindana Îmralî bi tecrîdek girankirî re rû bi rû
ye. Bi taybet ev zêdeyî sê sal û nîvan bû bi ti awayî agahî ji Rêbertî nedihat
girtin, herî dawî di 23’ê Cotmehê de hevdîtina bi malbatê re pêkhat. Li rûxmê hevdîtina
bi malbatê re jî, ti gûhertin ne di aliyê azadiya Rêbertî ya fîzîkî de û ne jî
di aliyê çaresrekirina pirsgirêka Kurd de çênebû, berovaj tecrîd hat
girankirin.
Di van demên dawî de dewleta Tirk serî li polîtîkayeke nû ya ku dibêje bila Ocalan bê di Meclîsa Tirkiyê de baxive daye. Dixwaze bi vê polîtîkayê gelê Kurd bikişîne nava lehîstokek nû. Têkildarî vê mijarê Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal bersiva pirsên rojnameya me da.
-Di bin
banga Dewlet Bahçelî ya ku Rêber Apo vedixwîne Meclîsa Tirkiyê de çi heye?
Di banga Dewlet
Bahçelî de nêzîkatiyek zelal li ser çareserkirina biryardayînê ango nêzîkatiyek
heqîqî xûya nake. Lê em zemîna vekirina ji bo van nîqaşan jî girîng dibînin. Ji
bo firsendekê çareserî û diyalog çêbibe, partiya me bangawazî kir û me got em
amadene. Di bingeha wê de çi hebe jî ji bo ku fêmkirin çêbibe, me şopand. Ji
silavdayîna Bahçelî ya 1’ê Cotmehê heta îro gelek tişt hatin nivîsandin. Hinek
dibêjin Bahçelî xwe wek kesekî xwediyê dewletê dibîne, ji ber ku rewşa
Rojhilata Navin dîtiye li ser vê rewşê pozisyon digire. Li ser vê îhtimalê weke
ku Îsraîl amadekarî dike ku êrişî Tirkiye bike daxûyakirin, lê ev ne tiştek bi
bawerî bû. Hinek alî jî vê nezîkatiya rewşa Rojhilata Navîn zêdetir li ser
rewşa navxweyî ya Tirkiyê dibîne. Lê di bersiva axaftinên wî bixwe de jî diyare
dibêje: “Derdorê me û di cîhanê de şer zêde dibin. Divê em xwe amadebikin,
garantî bikin. Mijar ji holê rakirina terorê ye” hwd. Di bingeha wê de tirsa
naskirina statûya Kurdane, ji ber wê di şerê cîhanê yê 3’emîn de cih ji Kurdan
re vekirine.
-Li
aliyekê banga pêşxistina muzakereyê dike û li aliyê din êrişên xwe berfirehtir
dikin, hûn vêya çawan dibînin?
Îro ev
pirs di serê her kesekî li Bakur de heye yan jî di vê pêvajoya dişopînin de
heye. Ji ber ku herdu nêzîkatî, siyaset û gav berovajî hevin. Wek kes li gorî
min ev planeke, niqaşên di wan 2 mehan de hatine kirin; bi sedan binçavkirin,
berdewamiya tecrîdê, qedexeya mitînga azadiyê ya Amedê, êrişa daxwaza nobeta
dayîkên aştiyê, êrişên leşkerî li ser Rojava, Başûr, biryarên qeyûmên li
Stenbol-Esenyurt, Mêrdîn, Êlih, Xalfetî, Dêrsim, Ovacik, herî dawî li Wan-Miks…hwd,
êriş bi ti awayî ne sekiniye. Ev rewş nîşan dide ku amadekarî û plan ne ji bo muzakereyê
ye, ji bo ne naskirina îradeya gelê Kurde ji ber wê şer li ser Kurdan zedekirine.
Ev hemû dide zanîn ku dijmintiya li dijî gelê Kurd ji bo wan stratejîke.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê israra xwe hewl dide gelê Kurd teslîm bigre. Lê
çi dikin bila bikin wê gelê Kurd li hemberî siyaseta teslîm girtinê ti carî
qebûl neke. Emê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.
-Li
aliyekê bang tê kirin, li aliyê din cezayê disiplînê tê dayîn çiqasî hiqûqiye û
divê gelê Kurd vêya çawan bibîne?
Pergala
tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê ev 26 salin bê navber didome. Şer,
neçareserkirin, siyaseta qirqirinê jî bi rêbazên cûda dewamkiriye. Sîstema Îmralî
çiqas ji hiqûqê dûr ketibe jî, ewqas polîtîk-Siyasî ye. Tirkiye biryarên
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bicih nayîne, raporên CPT gûhdar nake,
biryara Komîteya Pêşîlêgirtina êşkenceyê ya NY pêknayîne… her tim binpêkirina
mafan li Îmraliyê di meryetê de bû. Rewşa Îmralî bi rewşa Rojhilata Navîn û
Kurdan ve giredayî ye. Ji ber vê sedemê rakirina tecrîda li Îmraliyê gelek
girînge, hewce ye û daxwazekî sereke ye. Pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê û
ya Kurdan dikare bi rakirina tecrîdê bên çareserkirin û di vê çarçoveyê de em
bang li tevahî gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe derbikevin.
0 Yorumlar