Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê bi meşeke girseyî berxwedana QSD’ê silav kir

Xelkê Wargeha Mexmûrê di pêşentiya Meclisa Îştar de li dijî qirkirên dewleta Tirk a faşîzt ya hemberî gelên Bakur-Rojhilatê Sûryê meşiya û berxwedana şervanên QSD’ê silav kir.


Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di pêşentiya Meclisa Îştar de li dijî qirkirina dewleta Tirk a faşist ya li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiya û banga xwedî derketina li Bakur-Rojhilatê Sûryê li gelên azadîxwaz kirin.

Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel destpêkir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedan Rojava’ û ‘Bijî Berxwedan QSD’ê’ hatin qêrîn û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin. Meşê heta ber Parka Şehîd Ariyen Cûdî berdewam kir, piştî daxuyanî rawestana meşê daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Hevberdevka Komîta Tendirûstî ya Mexmûrê Nûran Sezgîn axaftin hat kirin.

Video Player
00:00
05:58

Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe balkişand li ser êrişên hovanê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser gel û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêktîne û wiha got: “Em wek gelê Kurd berxwedan gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê silav dikin û piştgiriya xwe bi wan re diyar dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanên QSD’ê serî ji Erdogan û çeteyên Erdogan re natewîne.

Ruxmê ev heftiyeke li ser pêkhateyên Sûriyeyê êrişên qirkirinê tên pêkanîn jî dewletên Ewropa û cîhanê rolê sê meymûna dileyîzin. Vî gelî bi rêxistin, avakirina saziyên xwe û pêşxistina hêza xwe ya leşkerî xwe bi cîhanê daye îspat kirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser paradîgmaya Rêber Apo xwe perwerde kiriye û niha jî bi wê paradîgmayê li berxwe dide. Gelê Rojava mafdare û wê biserbikeve! Yê ku binbikeve wê Erdogan be!

QSD bi artêşa xwe ya leşkerî bi hemû hêza xwe ve berxwedanek bêhempa dide meşandin. Em berxwedan û çalakiyên wan ji dil û can silav dikin serkeftinê ji wan re dixwazin. Em bang li tevahî dewletên navnetewî dikin ku êdî li hemberî van êrişan bêdeng neminin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan QSD’ê’, ‘Bijî Berxwedan Rojava’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar