Leyla Arzu
Îlhan - Rojev
Êrişên li ser şengalê, êrişên li ser
baweriya Êzdatî, îrfan û îmana Êzidiyane. Êzidî ji dîrokê heta roja îro 74
caran bi qirkirinê re derbas bûne. Lê gelê Êzidî xwedî bawerî, Îrfan û îmanek wisane
ku rojê du caran destên xwe berbi xwedê vedikin û berê xwe didin roja pîroz û ji
bo 72 gelan, bi dilên pak bi navê 7 melekan duayan dikin û piştre ji bo civaka
Êzidî duayan dikin. Yanî civaka Êzidî civakek wisane ku berî xwe bifikirin, hemû
civakan bi dilek pak difikirin. Vêca ev civaka bi rûmet û mirov parêz, hertim dibe
hedefa hêzên desthilatdar. Hêzên desthilatdar civaka ku bi nirxên xwe yên xwezayî
jiyan dikin, her tim wek xeteriyekî dibînin. Ji bo wê dixwazin civaka pîroz ji
holê rakin. Gelê Êzidî cihekî xwe yê pîroz li ser xaka mezopotamyayê heye. Ti
caran civaka Êzidî dest ji ziman, çand û hebûna xwe bernedaye û ne bûye
Ereb,Tirk û Fars. Heta em vê diroka civaka Êzidî baş fêm nekin, emê nikaribin êrişên
li ser civaka Êzîdî jî rast şîrove bikin.
Di sala 2014’an de bi destê çeteyên
DAIŞ’ê hewl dan ku civaka Êzidî bi temamî ji holê rakin. Piştî êrişên hovane yên
li ser Şengalê bi têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê ne gihan armanca xwe. Êdî
bavên DAIŞ’ê ketin dewrê û bi hemû hêza xwe êrişî civaka Şengalê kirin. Piştî
fermana 74’an, civaka Şengalê li ser fikir û ramanên Rêber Apo xwe rêxistin kir
û karîn di Şengalê de xwe bikin hêza parastin û avakirina civakek nû. Ev civaka
li hember van êrişên evqas karî li berxwebide û xwe bike hêza îradeyê, carek din
bû hedefa hêzên desthilatdar. Dema ku ne karîn bi destê çeteyan civaka Şengalê
tine bike, hêzên faşîst ên wek dewleta Tirk, Iraq, PDK û hêzên navdewletî di
sala 2019’an di salvegera Komploya Navnetewî ya
li hember Rêber Apo de planek qirêj li ser Şengalê dan destpêkirin. Ketin nava
hewildana têkbirina civaka Şengalê ya ku bûyî xwedî îradeya têkoşînê û bûyî
xwedî ramana azadiyê. Fermana ku çeteyan nekarîn pêkbînin, niha hewil tê dayîn
ku bi destê dewleta Tirk û hevkarên wê pêkbînin.
Dema bi destê çeteyan ne karin civaka
Êzidî têk bibin, bi peymanên qirêj û komployan jî nekarin civaka Şengalê têk bibin.
Piştre hewildan ku pêşengên civaka Êzidî ji holê rakin û civaka Êzidî bê pêşeng
û bê îrade bihêlîn. Hemû êrişên ku li ser civaka Şengalê tên pêkanîn, armanca
wan îradeya civaka Êzidî ji holê rakirin û qirkirina Êzidiyan e. Li hember van êrişên
bê îrade kirina gelê Şengalê, gelê Şengalê bi têkoşîn û berxwedana xwe kariye
heta roja me ya îro van planên qirêj vala derxbixe. Têkoşîna li Şengalê ji bo
me hemûyan ev da nîşandan ku civakek têkoşer û berxwedêr be, wê bikaribe hemû lîstokan
têk bibe û serkeftinê bidest bixe.
Di êrişa herî dawiyê ya dewleta Iraqê
ya li ser civaka Şengalê de hemû kesê dît ku civak dema rêxistinkirî be û xwediyê
hêza parastinê be, wê ew civak bikaribe li hember hêza herî mezin jî, li
berxwebide û serbikeve. Bi taybet dema di civakê de jin bibe hêza rêxistinkirî,
parastin û tekoşînê wê ew civak bikaribe serkeftinê bi destbixe. Mirov dikare ji
sekna dayîka Kinê vê baş fêmbike. Dayîka Kinê ew dayîke ku dema hêzên Iraqê
hewl dan Şengalê dagir bike, çeka xwe hilgirt û li hember artêşa Iraqê bû xwedî
helwest. Ev dayîka tekoşêr, bi têkoşîna xwe karî di nava şandeya çareseriya pirsgirêkên
gelê Şengalê de, bi Serok Komarê Iraqê re hevdîtin bike û îradebûn û têkoşîna
xwe raber bike.

0 Yorumlar