Ticker

10/recent/ticker-posts

MONARŞÎZM ÇIYE?


Monarşîzm çiye?

Bersivên Gel:

-Sîstema desthilatdarî ya di destê kesî de ye.

-Rêverbirina dewletekê yan civakekê ya ji aliyê yek kesî ve.

-Desthilatdarî ye.

- Desthilatdariya malbatekê ye

-Serweriya di destê kestaye

-Hişmendiyek e

-Pergaleke li dijî demokrasiyê ye

- Manarşîzm li dijî civake

-Îrada gel nenaskirine

Monarşîzm yek ji kevintirîn şêweyên ramana siyasî û hikûmetê temsîl dike. Monarşîzm bi rengekî hukûmetê vedibêje ku têde kesek an malbatek tenê rêveberiya welatekê digire nava xwe. Ev kesane jî gelemperî padîşahin û wekî endamek xanedaniyekê, ji malbatê desthilatdariyê mîras digirin. Monarşî serweriyê di destê kesekî de kom dike. Dîroka monarşîzmê pir kûr e û di demên cûda de di çandên cihêreng de derketiye holê. Dîroka vê hişmendiya ku bûyî bela serê civakê ji B.Z tê.

Sîstema dewletê ya ku desthilatdariya siyasî di destê kesekî de ku bi gelemperî ji hêla mîras ve tê dayîn, jê re monarşî tê gotin. Di padîşahan de, desthilatdariya rêvebirina gel û danîna qaîdeyan, di destê yek kesî de bû. Navên vî kesî wek qral, împarator, şah, sultan, hukumdar, xan, emîr, beg û hwd. Niha jî mînaka herî şênber desthilatdariya Erdogan û Barzanî ye.

Monarşîzm bi yek kesî re rêvebirina civak an dewletê ye. Reveberî anjî desthilatdariya heyî ya wê demê ji bav derbasî kur bûye. Lê di roja me ya îro de ev monatşîzm hatiye nûjenkirin. Neberdana kursî jî heman feraset e. Ji Vladimir Putin bigire heta Beşar Esad û Erdogan ev hişmendî tê birêvebirin. Hişmendî heman e, lê cih û dem cûda ne. Pergala monarşî dijî demokrasiyê ye. Demokrasî û monarşîzm ji hev cûda û dijî hevin. Ji ber ku yek desthilatdarî ye, yek jî wekhevî û azadiye. Li Başûrê Kurdistanê, ev hişmendî û rêbaza birêvebirinê bi salane heye û ne niyetin dest jê berdin. Mala Barzanî ku bi xiyaneta xwe tê nasîn, di heman demê de bi vê hişmendiya antî demokrasiyê jî tê nasîn. Desthilatdariya Başûr destê malbata Barzanî de ye. Ev malbat jî bi hişmendiya monarşîzmê birêve diçe. Ya din jî desthilatdariya Erdogan e. Ev 20 sale li ser desthilatdariyê û ti caran jî ne niyete ji wî kursî bê xwar. Hemû nas û dostên xwe kirine berpirsên dewletê û heta ziryeta wan jî bûne dewlemendên Tirkiyeyê.

Manarşîzm rêbazek li dijî civak, azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Mixabin ev di nava dewlet û desthilatan de bûye çandek. Cih û dem cûda be jî, feraset yeke. Ji bo ku civak azad, wekveh û aram bibe tekane pergal ya Netewa Demokratîk e.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar