Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 402’an de bi koma 79’an didome.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 402’an de bi koma 79’an didome.
Merasîma dewrgirtinê li saziya Malbata Şehîdan a Mexmurê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 79’an Nîhal Bîlen daxuyanî da.
Nîhal Bîlen di serî de tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got: “Em wek ciwanên Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo di çalakiyê de ne. Ev zêdeyî 40 mehane me agahî ji Rêber Apo negirtiye. Rêberê me di bin tecrîd û êşkenceyê de ye. Em wek zarokên Rêber Apo, me xwe berpirsyar dît ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikevin çalakiyan.”
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ dewrî koma 79’an hate kirin.
0 Yorumlar