Endama Rêveberiya Meclîsa Gel ya Şengalê Pakîze Celal, têkildarî êrişên li ser Şengalê axivî û diyar kir ku çi dibe bila bibe em carek din Şengalê na berdin.
Xurbet Tallî - Rojev
Pakîze Celal ku endama Meclîsa gel a Şengalê ye ji rojnama me re qala êrişên
dewleta Tirk a li ser Şengalê kir û got: “Emê li kêleka zarok û şervanên xwe
heta dawiyê têbikoşin.”
‘Tiştê ku 2014’an li Şengalê bi destnexistin, dixwazin
îro bi destbixin’
Endama Meclisa Gel a Şengalê, Pakîze Celal di destpêka axaftina xwe de
balkişand li ser êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Şengalê û got: “Armanca
êrişên ku îro li ser Şengalê çêdibin, hemû jî bi rêya xayînan ji bo tinekirina
civaka Êzidî ye. Lê bila baş bizanibin ku yek zarok tenê jî Êzidî mabe, wê
nehêle ev civak û ev dîn tine bibe. Roja ku bi balefirên bê mirov li Meclîsê
dayî, kesayetên alîgirên PDK’ê yên ku li kampan dimînin berê xwe dan Şengalê, ev
kesane ne ji bo piştgiriya gelê Şengalê bû ji bo tevlîheviyê derbixînin bû. Ev
yek bi eşkereyî jî digotin, ruxmê ku hêzên Iraqê dizanîn jî lê kesek ji wan jî
negirtin. Gelek kesên ku îro li kampan jiyan dikin, pişta xwe daye gelê xwe û li
gel xayînan cih girtiye û li ser torên civakî û Tv’yan dibêjin em naçin Şengalê
partî (PDK) birayê me ye, ev yek ne raste. Ew kesên ku civaka Êzidî di nav lepê
dijmin û hovan de hêlayî, bi sed hezaran keç û jinên Êzidî firotîn DAIŞ’ê ne
tiştekî me ye, dijminê koka Êzîdiya ye. Eger ev kesên ku 2014’an em di nava
dijmin de hêlayîn û revyayî carek din vegerin Şengalê em qebûl nakin. Çawa ku
bi balefiran zanebûn Meclîs, şervan, erebe, nexweşxaneyên me û hwd dike hedef ,
êrişên şewatandina malan yên ku bi hêceta kareba û weke din jî dikin, bi
zanebûne. Êrişên dewleta Tirk, DAIŞ, PDK û hikumeta Iraqê ku 2014’an yên li ser
Şengalê hemû jî bi hev ve girêdayîne. Ev êrişên ku îro li Şengal çêdibin hikumeta
Iraqê ya ku dibêje em we diparêzin lê me naparêze, berovajî li gel PDK’ê
hevkariya van êrişan dike. Tiştê ku 2014’an li Şengalê bi destnexistin,
dixwazin îro bi destbixin.”
‘Balafirên Tirkiyê li Şengalê dixe, Hikumeta Iraqê dengê
xwe jî nake’
Dayîka Pakîze di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Civaka Êzidî ne
ew Êzîdiyên 2014’a ye, çi dibe bila bibe Şengal carek din nayê vala kirin. Di
dema fermana 2014’an de bi hatina gerîlayên PKK’ê ya ji bo rizgarkirina civaka Êzidî
û şûnde êrişên dewleta Tirk li ser Qendîl dijwartir bûye. Erdogan me wek
hemwelatiyê Iraqê qebûl nake, me wek hemwelatiyê Rojava dibîne. Ji ber ku
Şengal, Rojava, Mexmûr û Qendîl ji hev ne cûdaye, ji bo wê çawa ku esmanê
Rojava û Qendîl ji Tirkiyê re vekiriye kengê bixwaze, balefirên xwe dibe ser.
Bi heman awayî hikumeta Iraqê jî esmanê Şengalê ji dewleta Tirk re vekirî
hêlaye, ji ber wê balefirên Tiriyê li Şengalê jî dixe, hikumeta Iraqê dengê xwe
nake. Nuqteya hikumeta Iraqê û Meclîsa Xanesorê nêzî hevbûn bi balefirên bê
mirov li meclîsê dan, çima li nuqteyên Iraqê nedan? Her wiha dîsa Nexweşxaneya
Sikêniyê û nuqteyên Iraqê sed metre ji hev ne dûrbûn dewleta Tirk bi saroxan êriş
kirin, yek tenê jî li nuqteyên Iraqê neket, ji ber ku ew jî hevkarê wan bû.”
Pakîze Celal wiha dawî li gotinên xwe anî: “Êrişên balefirên bê mirov û bi
çek yên dewleta Tirk ku êrişî Şengalê dikin, ji bo gelê Şengalê bitirsin, gav
paşde bidin avêtin û xwe radestbikin e, lê berovajî wê li himberî van êrişan
hîn xurtir dibin. Bi taybet wek jin-dayîk ti carî serî li hember dijmin
netewandiye û her tim li gel zarok û şervanên xwe tekoşînek bê hempa daye
meşandin. Ji niha û şûnde jî wek jin-dayîk çi pêwîst bike em amadene ku
pêkbînin.”

0 Yorumlar