Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û gotin: “Emê heta şkandina tecrîdê di nava çalakiyan de bin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Meş bi kombûna şêniyan, li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta li ber derê parka Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir.
Di meşê de diruşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin. Her wiha wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin bilindkirin.
Piştî ku meş li ber derê Parka Şehîd Aryan Cûdî rewestiya, deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.
Budak di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser sîstema faşîst a AKP-MHP’ê ku bi salane li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û wiha got: “Ji bo şkandina vê tecrîdê emê li dijî hêzên li derdora vê tecrîdê plansaziyan xwe yên diplomasî xurt dikin, têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo şikandina vê tecrîdê, li Kurdistan, Avrupa û Mexmûrê em li ser linganin. Ev du sal zêdetirin Rêbertiya ku temsîla mirovatiyê dike, ti agahî jê nayê girtin. Sîstema faşîst a AKP-MHP’ê ya ku bi lihevkirinên dewletên NATO yê re ev 24 salin li ser îradeya gelê Kurd tecrîdê ferz dikin. Ji bo Kurdistan nebe xwedî statu, gelê Kurd bi çand û hebûna xwe jiyan neke, îro di kesayata Rêbertiya me de gelê Kurd tê tecrîd kirin. Wê ti desthilatdar nekarin xwe li hember yekîtiya gelan bigire. Ji bo vê yekê hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê wê bên pêkanîn, ji bo me di asta dîrokî de girînge. Wê di vê lihbijartinê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê were hilweşandin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.
0 Yorumlar