Şêniyên Wargeha Mexmûrê rûxmê metirsiya DAIŞ û êrişên balafirên dewleta Tirk jî, dest ji çanda xwe bernadin û ji bo debara jiyana xwe li Çiyayê Qereçox a Mexmûrê sewalan xwedî dikin.
Armanc Herekol
Şêniyên Wargeha
Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin metirsiya DAIŞ û êrişên balafirên
dewleta Tirk de, ji bo debara jiyana xwe li Çiyayê Qereçox a Mexmûrê sewalan
xwedî dikin.
Sê malbat bi awayek komînal debara jiyana xwe dikin
Têkildarî
zorî û zehmetiyên xwedîkirina sewalan, Mehmûd Pîranî ku ev bi dehan sale vî karî
dike, ji rojnama me re peyivî û diyar kir ku ew neçarin ji bo debara jiyana xwe
vî karî bikin û got: “Dema em li Bakûr me sewal xwedîdikirin. Gelek zorî û
zehmetiyên xwedîkirina sewalan heye. Van du salên bûrî hişkesalî hebû, me gelek
zorî kişandin. Lê îsal baran barî, li Çiyayê Qereçoxê bihare û me jî sewalên xwe
anîne van çiyayan. Çêre nînin, lewma mesrefa wê pir zêdeye. Zivistanê sewal baş
bên xwedîkirin, biharê wê fêdekî baş bide. Du salên derbazbûyî ti kirîn û
firotina lawiran nebû, lê îsal hîn baştire. Bihar êdî ber bi dawî ve diçe, ji
niha û şûnde êdî dema dirûtina dexil e, emê jî sewalên xwe bibin li cihê ku
dexil hatî dirûtin. Malbatek bi tena serê xwe nikare sewal û berxan xwedî bike
û hem jî bêriyê bike, ji ber wê me sê malbatan sewalên xwe xistiye di nav hev de
û em bi hev re xwedîdikin.”
Metirsî
li ser wan heye
Mehmûd di
dewama axaftinên xwe de bal kişand li ser metirsiyên li ser wan û wiha behs
kir: “Ji ber ku PDK’ê derdora me dorpêçkiriye, em nikarin zêde derbikevin
derdorê wargehê. Li Herêma Mexmûr tevgera DAIŞ’ê pir zêde ye, li ser serê me jî
hertim balafirên bê mirov ên dagirkerên Tirk hene. Metirsiyek mezin li ser me heye,
lê em neçarin ji bo debara jiyana xwe sewalên xwe bînin van çiyayan.”
‘Xwedî
li vê çandê derbikevin’
Mehmûd
Pîranî heri dawî bang li ciwanan kir da ku xwedî li çanda sewalvaniyê
derbikevin û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: “Ev çanda sewal xwedîkirinê ji bav
û kalên me maye. Divê em lê xwedî derbikevin. Parastina çandê, timî mirov li
ser lingan dihêle. Kengî mirov hewceyî pere bibe, mirov sewalekî difiroşe û
pêwistiyên xwe pê dabîn dike.”
Hertişt
bû makîne û tam nema
Her wiha
bêrîvana bi navê Qûdret Pîranî jî li ser bêrivaniyê axivî û da zanîn ku ew ji
zarokatiya xwe ve vî karî dike û wiha axivî: “Beriya ku em penaber bibin jî me
ev kar dikir. Em hatin wargehê, me li vir jî ev çanda xwe daye berdewamkirin.
Em tên sewalan didoşin û şîrê wan dikin penîr, mast, nîvişk, keşk û her weke
din. Berê meşk hebûn, me bi wan çêdikir û tama wê pir xweş bû. Lê niha hemû
tişt bûye makîne û ti tama wan nemaye. Berhemên berê ji yên niha xweştir bûn.”
Li çolê
sewalan xwedî dikin
Bêrîvan
Qûdret di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser hişkesaliyê û anî ziman ku
wan sala bûrî ji ber hişkesaliyê sewalên xwe firotibûn û wiha axaftinên xwe
berdewam kir: “Min niha 20 meh hene û ez têm bêriyê şîr ji zarokan re didoşim û
debara jiyana xwe pê derbas dikim. Cûdahiyek mezin di xwedîkirina sewalên Bakûrê
Kurdistan û wargehê de heye. Li vir çêre nîne, tenê kevir û ax heye. Lê Bakûr
bi bereket bû. Min bi salan li çiyayên Botanê jiyan kiriye û ev kar kiriye.
Niha em hatine çola Mexmûr jî vî karî dikin. Ti berhem nemaye, ji ber ku çêre
nîne. Bi zorê em dikarin mast ji zarokan re çêbikin. Şîrê ku em didoşin
bernakeve em bifiroşin. Alif giran bûye û xwedîkirina sewalan zehmete.”
0 Yorumlar