Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal: “Gefên jehrîkirinê li ser Rêber Apo hene û divê em li gor vê rastiyê tevbigerin. Di zagonan de mafê ‘hêviyê heye’ lê dema mijar dibe Kurd ti zagon nayên pêkanîn. Dema ku dewleta Tirk biryara dadgeha mafê mirovan a Ewropayê pêkneyne, hingê Konseya Ewropa divê li ser Tirkiyeyê biryaran bigire. Lê mixabin Konseya Ewropa jî çavê xwe li Tirkiyê digirin. Pêwîste her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebat bide meşandin.”
Armanc Herekol
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, gef û nameyên bê navnîşan ên ji Rêber Apo re diçin, zagona ‘mafê hêviyê’ ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û di şikandina tecrîdê de rolê ku dikeve li ser milê gel, bersiv da pirsên rojnama me.
Hevpeyvîna bi Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal re wiha ye:
– Ji 25’ê Adara 2021’an ve tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê re çi dixwaze û ev rêbaza tecrîdê li gor zagonên nevnewletî çawa tê dîtin?
Dewleta Tirk a dagirker, tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo dide meşandin. Armanca yekem a dewletê ewe ku têkiliya gel û Rêber Apo qût bike. Dixwazin nêrînên Rêber Apo yên di derbarê pêvajo û demê de neyên bihîstin. Bi wê ve girêdayî, dixwazin Rêber Apo ji gel û tevgerê bidin ji bîrkirin. Di ti zagonan de tecrîdek wisa nîne. Ji ber ku di tevahî cîhanê de, mafê girtiyan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re baxivin û hevdîtinan pêkbînin. Mafê hevdîtin, name, telefon û her weke din ji Rêber Apo re nayê dayîn û ev yek dijî zagonên nevnewletî ne. Pergala Îmraliyê ji derveyî zagonên navnetewî ye. Tenê ev yek li Tirkiyeyê heye, bi keyfî pergalek wisa dij mirovî didin pêkanîn. Bi wê ve girêdayî dibêjin Rêber Apo, te zêde volta avêt, te zêde pirtûk xwendin û bi keyfî 6 meh cezayê disîplînê dibirin. Bingehê van Lozan e, Lozan înkar û îmhaya gelê Kurd e. Dewletên Rojavayî li ser Lozanê tifaq çêkirine. Ji ber wê yekê dewleta Tirk siyaseta xwe ya li ser gelê Kurd, li ser bingehê înkar û îmhayê dide meşandin. Dewleta Tirk bi piştgiriya saziyên qada nevnetewî vê tecrîdê didin meşandin. Ev dewletên Rojavayî jî siyaseta ker, kor û lal dimeşînin.
– Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk û rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bê navnîşan dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re digotin ‘Emê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî!”, gelo dikarî naveroka vê mijarê vekî û ev peyam tên çi wateyê?
Raste, Heval Sabrî Ok diyar kir ku li ser jiyana Rêber Apo gef hene. Heval Sabrî Ok ev rastî xist rojeve tevahî gel, dost û rêxistinên Kurdan. Heval Sabrî anî ziman ku divê her kes li gor vê rastiyê tevbigere. Ev yek raste, divê em bi vê zanabûnê tevbigerin. Demên berê jî dewleta Tirk hem bi nameyan û hem jî bi rêya rêveberiya girtîgehê gef li Rêber Apo xwaribûn. Dixwestin bi jehrîkirinê Rêber Apo bitirsînin. Carekî bi veşartî porê Rêber Apo hate anîn û hat tehlîlkirin, di encama tehlîlan de diyarbibû ku Rêber Apo bi dermanekî taybet hatibû jehrîkirin. Niha jî ev gef li ser Rêber Apo hene. Dixwazin bi van gefan Rêber Apo bitirsînin. Bersiva Rêber Apo ji bo wan ‘Berxwedan’ e. Rewş ji aliyê Heval Sabrî Ok ve hate ragihandin û divê gelê Kurd, tevger û dostên gelê Kurd li gor vê rastiyê tevbigerin û zextan li Tirkiyeyê bikin.
– Li gorî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) qanûnek bi navê ‘mafê hêvî’ heye. Li gorî vî mafî, ti girtî heta heta di girtîgehê de namîne. Piştî zêdetirî 20 salên girtigehê, mafê wî heye dosya wî/wê li ber çavan re were derbaskirin û li gorî temenê wî/wê yê mayî li derve bimîne. Gelo ev maf çiqas ji bo Rêber Apo tê pêk anîn û ger nayê pêk anîn ev yek di hêla zagonan de çawa tê nirxandin?
Raste di zagonên navnetewî de ji bo girtiyan mafê hêviyê heye û ji 25 salan zêdetir kes di girtîgehan de nemîne. Ev maf li gor zagonan ji girtiyan re heye. Di vê çarçoveyê de dadgeha mafê mirovan yê Ewropayê biryar da ku mafê Rêber Apo yê hêviyê heye û pêwîste piştî 25 salên wî bê berdan. Ji bowê divê dewleta Tirk vê biryara dadgehê pêkbîne. Dewleta Tirk ji bo ku vê biryarê pêkneyne çi dike, her 6 heyvan carekî cezayê disîplînê li Rêber Apo dibire. Bi van kiryarên qirêj, dewleta Tirk ji raya giştî û dadgehê re dibêje ku ev kes nehatiye rê û mafê wê nîne bê berdan. Lê belê ev kiryar di zagonên navnetewî de nîne. Dema ku dewleta Tirk biryara dadgeha mafê mirovan a Ewropayê pêkneyne, hingê Konseya Ewropa divê li ser Tirkiyê biryaran bigire. Lê mixabin Konseya Ewropa jî çavê xwe li Tirkiyê digirin. Ji ber vê jî, Tirkiye bi keyfa xwe tevdigere. Raste di zagonan de mafê hêviyê heye, lê dema mijar dibe Kurd ti maf namîne. Lê divê em wek Kurd li dijî van bê mafiyan têkoşîna xwe geştir bikin.
– Ji bo ku ev tecrîd bê şikandin gelek çalakî li Kurdistan û derveyi welat hatin pekanîn, lê mixabin tecrîd bi temamî nehat şikandin. Gelo divê gel çi bike da ku tecrîd bê şikandin? Bi wê ve girêdayî ji bo şikandina tecrîdê di pêşerojê de ti plansazi, çalakî an jî bernameyên we li Ewropayê hene?
Xebata herî mezin ji bo Rêber Apo, avakirina pergala azadiya Rêber Apo ye. Li gorî Konfederalîzma Netewa Demokratîk û bi Netewa Demokratîk avakirina pergala civakê ye. Her wiha di hemû qadên civakê de, li welat û derveyî welat, civak rêxistinkirin û perwerdekirine. Çima? Ji ber ku hêza herî mezin civak perwerdekirin û rêxistinkirin e. Divê em hemû sazî û dezgehên gelên Kurdistanê di vî aliyê de xwe bi sûd bibînin û bi lez seferber bibin. Ji bo têgihiştina paradîgmaya Rêber Apo û rêxistinkirina wê ya li ser bingehê azadiya jinê, civakekî ekolojîk û demokratîk pêkanîn e. Sîstema wê ya di çarçoveya Netewa Demokratîk de pêkanîna wê pêwîste bi lez projeyan çêbikin û li gorî wê gel bi rêxistin bikin. Li fikrên Rêber Apo xwedî derbikevin û bi çalakiyên cûr be cûr xebat bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li welat û derveyî welat xebat tên meşandin. Di aliyê dîplomasî û saziyên navneteweyî de, hem jî ji aliyê raya giştî, partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîr ve kar û xebatek tê meşandin. Azadiya Rêber Apo têkçûna faşîzma dewleta Tirk e. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava çareseriya bingehîn paradîgma û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vê çarçoveyê de hemû kar û xebat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye plankirin. Pêwîste her kesek li qada ku lê jiyan dike, xwe di azadiya Rêber Axpo de berpirsyar bibîne û bi exlaqî û wijdanî ji bo azadiya Rêber Apo kar û xebat bide meşandin.
0 Yorumlar