Ticker

10/recent/ticker-posts

Gelo heskirina welat eve?

Ciwan yan jî ciwan hîs kirin, du têgihên ji hev cuda ye. Dixwazin di bingih de heman wateyê bidin ji derve. Di civakê de ciwan tê wateya kesên di temenê xwe yên kamilbûnê de, yên ku xwe ciwan hîs dikin jî ew kesin yên ku xwedî hêza jiyanê û di ruh de jiyanê jiyan dikin e. Ez jî ji ciwanên me dipirsim em ciwan jiyan bikin yan ciwan hîsbikin? Jiyan li ser lêgerîn û lêkolîna heqîqeta jiyanê tê jiyan kirin. Li gorî rastî û heqîqeta jiyana ku em niha jiyan dikin gelek kes lêkolînên jiyana xwe pêktînin. Lê ev lêgerîn û lêkolîn çiqasî li gorî jiyan û civaka ku di nav de jiyan dike, ne diyare. Ger em dixwazin li gorî civak û netewa xwe jiyan bikin, pêwîste wek ciwan heqîqeta ku em di parêzin divê li gorî bîrdoziya civaka me be. Ciwanên civakê pêwîste li gorî pîvan û exlaqê civaka xwe tevbigerin. Ji ber ku yên pêşengtî ji civakê re dikin û yên şêwaz dide jiyana zarokên wê civakê, ciwanin. Ciwanên me yên ku niha xwe li ber bayên penabertî û koçbertiyê berdane gelek erzan jiyan dikin û dixwazin civaka xwe bi erzanî têkbibin. Gelo em wek ciwan çiqas di ferqa kiryar û berpirsyartiyên xwe de ne. Em çawan bikaribin pêşengtiyê ji civak û jiyana xwe re bikin? Li pey jiyana takekesî ketin ne bûyîna xwedî kesyetek pispor û têgihiştî ye. Kesên ku nikarin tiştek ji bo civaka xwe bikin, serî li rêyên takekesî didin. Ger ciwan xwe di berjewendiyên jiyana xwe ya tekekesî de bifetisîne, wê nikaribe heyîneke din bi rêvebibe û çarseryê ji pirsgirêkên heyî re peyîda bike. Kesên ku serlêdan ji bo welatên biyanî dike, ew kesên ku di civakê de li pey berjewendiyên xwe yîn takekesî ketine. Kesên nekarine ji bo pirsgirêkên tên jiyankirin bibin bersiv û xwe di heyîna xwe de fetisdin e.

Sîstemên ku dixwazin ciwanan ber bixwe ve bikişînin, hemû rêbazên teknîk û teknolojiya di destê xwe de bikartînine û dixwazin bi sîstema xwe ya desthilatdarî bi taybet Rojhilata Navîn birêve bibe. Rêbaza wan ya yekem, durxistina ciwanan ya ji heyîn û nirxên civaka di nav de jiyan dike û kişandina ber bi xwe ve ye. Sîstema heyî ger bikaribe ciwanan ji nirx û heyîna civaka wê durbixe, dikare hemû kiryarên xwe li ser pêkbîne û ji bo xwe bide karanîn. Rêbaza duyemîn jî, ciwanan di aliyê hişmedî de fêrî lewaziyê dike û wî ber bi jiyanek hêsan ve dibe. Her ku jiyanê ji bo wan hêsantir dike wî/ê di aliyê mejî û hişmendî de lewastir dike û hîn zêdetir neçarî xwe û desthildariya xwe dike. Wek civakek ya Rojhilata Navîn em di nava vê rastiya desthilatdaran de jiyan dikin û yên ku herî zêde dibin van gefên desthilatdaran de dimînin jî em bi xwe ne. Ji bo ku bikaribin ciwanên Kurdan ji armanc û têkoşîna li Kurdistanê tê meşandin dûrbixin rê li pêşiya ciwanên Kurdan vekirin. Jiyanek xweştir ya takekesî li dewletên biyanî ji bo wan tê pêşkêşkirin. Ciwanên ku nikarin xwe di nava civaka xwe de bi helînin û bibin parçeyek ji vê civakê, gelek zû li ber bayê vê evîna vala ya desthilatdaran dikevin û dibin xwedî armancê jiyanek takekes ya ji nirxên civaka xwe dûr. Rojane li Kurdistanê bi dehan ciwanên me ji bo xwe jiyanek tekekesî rewa dibîne û berê xwe dide kujerên xwe. Ciwanên ku rastiya li Kurdistanê heyî dibîne û berê xwe didin celadên xwe, çiqasî heskirina welat di himbêza xwe de jiyan dikin ne diyare. Ez ji wan di pirsim yên welat di destê dagirkeran de dihêlin û berê xwe didin dagirkeran, gelo heskirina ji welat ev? Di civakê de wek ciwan jiyan kirin û bûyîna xwedî nirxên wê civakê, ne ewqas hêsane. Ji bo wê pêwîste wek ciwan ne tenê em jiyan bikin, divê ji jiyankirinê zêdetir em bibin parêzvanên nirxên civaka xwe.  

JIYAN PÎRAN - ROJEV



Yorum Gönder

0 Yorumlar