Ticker

10/recent/ticker-posts

Jiyan û serpêhatiya Yilmaz Guney

Derhêner û sînemakarê Kurd Yilmaz Guney bi navê rast Yilmaz Putun, di 1’ê Nîsana 1937’an de li gundê Yenîce ya bajarê Edene ji dayîk bûye. Ew bi eslê xwe ji malbateke Kurd ê Siwerega Rihayê ye. Yilmaz Guney dibistana seretayî û Navîn li Edeneyê qedandiye. Ji ber ku ew ji malbatek karkerbû, di 9 saliya xwe de dest bi kar kiriye. Di dema xwedina Amadeyî de dest bi nivîsandina çîrokan jî kiriye. Guney li zanîngeha Enqerê hiqûq û li zanîngeha Stenbolê jî li fakulteya aborî xwendiye. Ew gelekî bi hûnerê re baldar bû û di wan salan de kovareke bi navê ‘Dorok’ ango Lûtke derdiket, wî gelek çîrok di wir de di weşand. Dema xwedina xwe berdewam dikir, rejîsor Atif Yilmaz nas dike. Bi alîkariya wî, Yilmaz bû nivîskarê senaryo, lîstikvan û alîkarê rejîsor. Piştre bi dehan filmên ku piraniya wan li ser pirsgirêkên gelin, çêkir. Bi fîlmên Zarokên vî walatî (Bu Vatanın Çocukları) û Ker Sor (Ala Geyik) ku di sala 1959’an de nivîsî û lîstikvanî kir, ket cîhana sînemayê. Yilmaz Guney gelek caran rastî pirsgirêkên hiqûqî hat, cara ewil di sala 1961’an de ji ber propagandaya komunîzmê hat girtin, salek û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di sala 1967’an de bi Nebahat Çehre re dizewice, piştî salek ji hev veqetiya. Di sala 1971’an de bi hêceta ku çekdarên Partiya Rizgariya Gel-Eniya Tirkiyê vedişêre, du sal cezayê girtîgehê lê tê birîn û tê sirgûnkirin. Di sala 1981’an de ji girtîgehê reviya û çû derveyê welat. Fîlmê ‘Yol’ ango Rê ku wî nivîsandiye û derhêneriya wê Şerîf Goren kiriye, di sala 1982’an de di Festîvala Fîlman a Cannesê de bi filma xwe ya bi navê ‘Yol’ ango Rê, Xelata Palmiyeya Zêrîn stand. Di 6'ê Çileya 1983'an de ji aliyê Serokkomarê wê demê Kenan Evren ve hemwelatîbûna wî ya Tirkiyê jê hat standin. Di sala 1983’an de tevî helbestvanên Kurd ên wekî Cigerxwîn û Abdurrahman Şerefkendî Enstîtuya Kurdî ya Parîsê damezirand. Di Adara 1984’an de axaftina "Kurdistana Serbixwe" kir. Derhênerê Kurd Yilmaz Guney, 9’ê Îlona 1984’an hêjî di 47 saliya xwe de bû li Firansayê koça dawî kir û gelek berhemên giranbûha li pey xwe dihêle.

 



 



Yorum Gönder

0 Yorumlar