Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 3. Konferansa YXA’ê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 3. Konferansa Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) bi diruşmeya ‘Li hember dagirkerî û faşîzmê, bi ruhê Rûken û Sarayan têkoşînê mezin bikin’ û bi tevlîbûna sedan xwendevanan û mêvanan destpê kir.

Konferans li salona konferansan a wargehê pêk tê û salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 17 şehîdên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûyîn, Şehîd Sara û Rûken û gelek pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê hatiye xemildanin.

  1. Konferansa YXA’ê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yusif Kara ve hat kirin.

Yusif Kara di destpêka axaftinên xwe de 3. Konferansa YXA’yê diyarî Rêber Apo, Şehîdên Zapê û tevahî ciwanên welatparêz kir û got: “Ji bo civakek azad, ciwanên azad pêwîstin. Xwendevanên me li hember pergala desthilatdar, di pergalek demokratîk de xwe perwerde dikin. Em wek civaka Mexmûr xwedî rûmetek mezinin, ji ber ku em xwedî şervanên wisanin ku bi sala ne li hember çekên kîmyewî şer dikin. Em di heyvek pîroz de ne. Salvegera damezrandina partiya me nêz dibe. Ji bo wê divê em bi ruhê Sara û Rûken’an hertim têbikoşin û têkoşîna xwe xurt bikin. Dijmin dixwaze vîna me bişkêne û pergala me têk bibe. Ji bo ku bigihije armanca xwe, di nava hewildanek mezin de ye. Li Îmraliyê tecrîdê girandike, li çiya kîmyabaranê zêde dike û li Memxûr, Şengal û Rojava êrişan dide pêkanîn. Lê wê dijimin sernekeve. Ji ber ku em xwedî vînek ji pola ne. Di vê pêvajoya hesas de, pêwîstî bi tifaqbûn û yekitiyê heye. Hêvî û bendewariyên me, ciwanên me ne.”

Piştî axaftina vekirinê hilbijartina dîwana konferansê hat kirin û di van kêliyan de 3. Konferansa Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) bi diyarkirina rojeva konferansê berdewam dike.

Rojevên Konferansê:

Xwendina perspektîfên Rêber Ocalan.

Temaşekirin û gûhdarkirina peyama Kordînasyona Komeleyên Ciwanan.

Xwendina beşa siyasî ya rapora xebatên du salan û nirxandina rewşa siyasî

Xwendina beşa rêxistinî ya rapora xebatên du salan û nirxandina rewşa rêxistinî

Temaşekirina Sînevîzyona girêdayî YXA’yê.

Xwendin û êrêkirina rêziknameyê.

Êrêkirina Meclîsa YXA’yê.

Pêşnûmebiryar.

Hilbijartina hevberdevk û desteya disîplînê.

Yorum Gönder

0 Yorumlar