Ticker

10/recent/ticker-posts

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 11’an de dewam dike

 Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 1’ê Sibatê de hatibû destpêkirin di roja 11’an de didome. Çalakvanan diyarkirin ku tecrîd di kesayeta Rêber Ocalan de, li ser tevahî gelên azadîxwaz tê meşandin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, di roja 11’an de didome. Beriya ku çalakî bê dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma pêncan Ferhat Kaçan axivî.

Ferhat Kaçan di axaftina xwe de diyar kir ku ev demek dirêje tecrîdek girankirî li ser Rêber Ocalan heye û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo me çalakiyek daye destpêkirin, di vir de armanca me balkişandina li ser tecrîda li ser Serok Apo ye. Ji ber ku ev tecrîd di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî gelê azadîxwaz, şoreşger û hemû gelên bindest bi awayek sîstematîk ji aliyê hêzên hegemonan ve tê meşandin. Bi taybet di vê tecrîdê de rola dewleta Tirk ne bi tenê ye, hevalbendên wî hene ji ber wê her roja ku diçe temenê dagirkeriyê zêde dike. Herî dawî erdheja ku li Bakurê Kurdistanê çêbûyî vêya bi awayek zelal dixe berçav. Çawa ku bi sîstematîk û bi plankirî li ser gelên ku bi erdhejê re derbaz bûyî dide meşandin bi awayek zelal li ber çavê cîhanê ye. Banga me ji bo hemû sazî û dezgehên peywendîdar divê li himberî kiryarên AKP-MHP’ê xwedî helwestbin.”

Piştî axaftina Ferhat Kaçan çalakiyê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate dewir girtin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar