Ticker

10/recent/ticker-posts

Jinên Îran Afganî: Em êrişên artêşa Tirk ên li ser Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

Jinên Îranî û Afganî weke piştgiriyekî ji bo Platforma Jinan a Demokratîk a Çanda Neteweyî ya li Îran û Afganistanê peyamên bi dîmen parvekirin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketin.


Di 13’yê Hezîranê de Platforma Jinan a Demokratîk a Çanda Neteweyî ya li Îran û Afganistanê bi sernavê “Em êrişên artêşa Tirk ên li ser Kurdistanê bi tundî şermezar dikin” daxuyaniyek da û piştgirî da avakirina aştiyê û li dijî polîtîkaya dewleta Tirk derket. Her wiha  bikaranîna çekên kîmyawî di êrişên ser çiyayên kurdistanê da şermezar û mehkum kir. Herwiha Platforma Jinan banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)  ji lîsteya terorê kir.

Piştî daxuyaniya platformê, hejmarek jinên çalak di warên cuda de û ji neteweyên cuda, taybet jinê Afganistan û Îranê bi rêya peyameke dîmenî  daxwaza azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê kirin.

Wê kampanya wan berdewam bike.

Yek ji wan jinan Îlame Sedir got: “Artêşa Tirk di 14-17’ê Nîsanê de êrişên li ser herêma Zapê destpê kir û hêzên şoreşger ên Kurd berxwendanek bêhempa kirine. Xelk di rewşek jiyan û mirinê de derbas dibe, lê medya cîhanê bêdenge.”

Jinek din a xelkê Afganistanê dibêje: “Weke jinên Afganistanê, piştgirya xwe ya ji bo Kurdan destnîşa dikin. Rûyek din ê Tirkiyeyê DAIŞ e. Her tim hewl daye, bi awayek herî hov, şoreşgerên Kurd tine bike. Dewletên cîhanê jî çavên xwe ji vê hovîtiyê re girtine.”

Herwiha Berpirsa Meclîsa Civakî ya Afganistanê Êvîda Ehmed got: “Welatên emperyalîst ên cîhanê, ji bo bi destxistina armancên xwe bi hezaran kesan li welatên biçûk dikujin. Jinên şoreşgerên Kurd ji bo me mînak in û şanaziyê pê dikin ku me karî nas bikin.”

Yek ji jinên din ên Afganistanê wiha dibêje: “Zilhêzên cîhanê li hemberî vî sûcê ku li hemberî gelê Kurd tê kiri bêdeng in. Piraniya dewletan di warê peydakirina çekên kîmyawî, gaza jehrî a ji bo tinrekirina gelê Kurd alîkariya dijminên Kurdan dikin.”

“Ji bo dawîlêanîna şer û kuştinê, pêwîstî bi yekrêziya tevahiya azadîxwazên cîhanê heye. Yek gav jî azadiya Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ye.” Ev jî peyama jinek dine.

Jinek din diyar dike ku dewleta Tirk a dagirker xelkê bêparstin û bêçek bi çekên kîmyawî û gaza jehrî qir dike.

Jinek jî vê peyamê dide: “Emerîka û welatên rojava bi nav demokrasî ti demî berjewendiyên xwe naxzin metirsiyê de. Li gorî gotina wan, li dijî dîktatoriyê ne, lê ew her ew kesin ku xwe dihilbijêrin û dest avêtine kuştina xelkê, bi taybet li Kurdistana Tirkiyeyê.”

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar