Ticker

10/recent/ticker-posts

Gerîlla Tv dîmenê alavên leşkeran weşand

Di 29’ê Gulanê saet di 17.30’an de dema ku dagirker dixwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî yên girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ve werin gerîla li dagirkeran dabû. Gerîla Tv dîmenê alavên leşkerî yên hatine desteserkirin weşand.


Di dîmenan de çenteyên piştê, çek, jarjor, kêr, elektrîkên destan, berguhk, tizbiyek, dûrbîn û kunyeyên du leşkerên payebilind hene. Di dîmenan de kunyeya çawişê bi pispor ê serbaz Yûnûs Eylîk û çawişê pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komandoyê ya Sêrtê) û alavan van leşkeran jî hene.

Gerîlayekî li ser alavên leşkerî diyar dike ku wan wekî du tîman çalakî kirine, 11 dagirker ceza kirin û çûne ser cenazeyê 9 leşkeran. Gerîla diyar dike çeka ku hatiye desteserkirin jî ya Yûnûs Eylûk e. Di heman demê de gerîla nimreya çekê û kunyeya Alî Taşkin jî nîşanî kamerayê dide.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser vê çalakiyê ev daxuyanî dabû:

“29’ê Gulanê di saet 17:30’î de, dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî yên li herêma Berxwedana Girê Hekkarî ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi awayeke bandor hatiye lêdan, 11 dagirker hatine cezakirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker jî birîndar bûn.Hêzên me di çalakiyê de çûn li ser cenazeyên 9 dagirkeran; Hat diyarkirin ku çawişê pispor Yunus Eylik, çawîşê pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komando ya Sêrtê), çawîşê pispor Mevlût Çetîn û çawîşê pispor Ahmet Akpinar hatine cezakirin.

Li ser van dagirkeran çekeke MPT-66 û 2 şarjor, zincîreke çeka BKC û 470 gule, 2 pakêt guleyên çekan, şarjoreke çekê,  rokêteke B-7,  10 metre fitil, amûreke teqandina, 3 çenteyên leşkerî, kamerayake termal,  dûrbîneke şevê,  dûrbîneke rojê, 4 guleyên bombeavêjê, kasatûrayek, telefoneke destan,  kamerayeke seriyan, pûsûlayek û paneleke rojê ya portatîf li ser van dagirkeran hatin rakirin. Her wiha gelek alavên jiyanî û tenduristiyê hatin desteserkirin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar