Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku duh bi şev dema ku hêzên wan, QSD û YPJ`l li beşa 5’an ê Wargeha Holê operasyoneke taybet li dar xistine, şaneyên DAIŞ’î êrişî wan kirine û di encama bersivdayîna hêzên pêngavê de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribû û hewl dabû bireve, hatiye kuştin û 4 çete hatine girtin.
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
ya li Wargeha Holê berdewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê operasyonê
de daxuyaniyek da û diyar kir ku duh bi şev li kampê pevçûn çêbûye û çeteyekî
DAIŞ’ê hatiye kuştin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn
ragihand ku duh bi şev saet di 01:00’an de hêzên wan û şervanên YPJ û QSD’ê li
beşa 5’an a Wargeha Holê operasyoneke taybet lidar xistiye. Di wê operasyonê de
di navbera hêzên wan û çeteyan de ku hewl didan birevin, pevçûn çêbû. Di encama
vê pevçûnê de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn û hewl dida bireve, hate
kuştin û di heman demê de 2 jê jin, 4 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin girtin.
He wiha bi çeteyan de 2
çekên AK-47 û rextek jî hatine desteserkirin.
Bîlançoya roja 15’an
Hêzên Ewlekariya Hundirîn
der barê bîlançoya roja 15’an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de jî ev agahî parve
kirin:
“Çeteyekî DAIŞ’ê hate
kuştin, 8 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin girtin. 2 rextên teqemeniyê, 3 çekên AK-47 û
10 jarjor, çekeke RPG-7 û roketên wê, 12 bombên destan, 25 guleyên demançeyan,
jarjorên demançeyên Glog, amûra bêdengkirina çekan, komputer, çend telefon û
xetên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn veşartin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya
Hundirîn ve hatin desteserkirin.”
0 Yorumlar