Ticker

10/recent/ticker-posts

Gerîlayan 7 dagirker rêkirin dojehê

HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî 5 çalakî kirine û di van çalakiyan de 7 dagirker hatine cezakirin û çeperek jî hatiye îmhakirin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha tê gotin: “Di 5 çalakiyên hêzên me de 7 dagirker hatine cezakirin û çeperek hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 24 caran bi helîkopterên êrîşê, 4 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obusan Qadên Berxwedanê bombe kiriye.”

Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyên ku gerîla kirine û êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker kiriye ev agahî hatin dayîn:

1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 2’yê Îlonê de saet di 15.00’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi çekên giran li dagirkeran dane.

Di 6’ê Îlonê de saet di 18.10’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî li hemberî dagirkeran çalakiyek kirine. Bi çekên ferdî û bi taktîka sûîkastê li komek dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatine cezakirin.

Di  7’ê  de Îlonê saet 15.00’an çeperên dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.

Di 7’ê Îlonê de saet 16:25’an tîmên me yên bi tevger ve bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xistin.

Roja 7’ê Îlonê saet di navbera 17:30-18:00’an de hêzên me li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ku xwestin bikevin tevgerê dane û derb li wan xistine.

  1. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;

Di 7’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM 4 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

  1. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 7’ê Îlonê de qada Golka ya Metîna 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Di 8 Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî 24 caran bi helîkopterên êrîşên hatin bombekirin.

Di 7’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê FM bi dehan caran bi obusan hatin bombekirin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar