Ticker

10/recent/ticker-posts

Mexmûr: Xwefiroşiya PDK’ê bi dawî nebûye

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişa dewleta Tirk û PDK’ê ya li Xelîfan a li ser gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk û PDK’ê ya di 5’ê Îlonê de ku li Xelifanê komek gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatibûn armanc girtin û di encama vê êrişê de 3 gerîla şehîd bûn 2 ji bi birîndarî ji aliyên PDK’ê ve hatin dîlgirtin, daxuyaniyek hat dayîn.

Bi kombûna sedan şêniyên wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê daxuyanî bi deqeyek rêz girtin ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir: Piştî rêzgirtinê Berdevka Qada Perwerda Mexmûrê Mamosta Bêrivan Kaya axivî.

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de îxaneta PDK’ê ya li hemberî gelê Kurd bi bîrxist û wiha got: “PDK bi nokeriya xwe ve hevkariyê li gel dewleta Tirk dike. Di vir de jî diyar dibe ku xwefiroşiya PDK’ê bi dawî nebûye. Dewleta Tirk a dijminê gelê Kurde ku çawan êrişê Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê Medya dike û kîmyayê li çiyayên azad dirijîne, wê rojekê bi ser PDK’ê de jî biçe. Ger hun dibêjin Em Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ne bi peyva Kurdistanê tenê jî ma be wê rojekê li we jî bizivire. Em bi vê buyera bêbextan dil êşin wê gelê Kurd vê rûreşiya we ji bîr neke û wê tola van şehîdan ji we bê girtin. Ji îro heta sed salê din ne gelê Kurd ne jî dîrok wê vê yekê ji bîr neke.”

Kaya di dawiya axaftina xwe de bang li PDK’ê kir ku êdî dest ji îxaneta xwe ya li hember gelê Kurd berdin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Êdî bes xaka Kurdistanê bi firoşin û bibe qurbanê Osamanitiya di bin rêvberiya Erdogan de. Xwe ji îxanet û xwefiroşiyê paş de bikişîne.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bimire îxanet’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar