Li ser asîmanên wargeha penaberan a Mexmûrê balefirek keşfê bê navber digere.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatîn standin li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) balefireke keşfê bê navber digere.
Gorî agahiyan balafira kefşê ji danê siharê ve digere û nayê zanîn ka balafira ya koalîsyona navnetewiye, yan jî ya dewleta Tirk a dagirkere.
Hêjayî gotinê ye ku herî dawî di 29’ê Tebaxê de balefirek bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li wargeha penaberan a Mexmûrê malek kiribû hedef. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdullah ku bavê 6 zarokan bû jiyana xwe ji dest da.
0 Yorumlar