Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo piştgiriya Mexmûrê li Berlînê pêşbirkên sporê wê destpêbikin

Li paytexta Elmanya Berlînê di 10’ê Îlonê de wê bi mebestA piştgirî dayîna wargeha penaberan a Mexmûrê di beşên Boks, Mûay Thaî û K1 de pêşbirkên sporê werin destpêkirin.


Organîzasyona bi navê THIRTYSIX FIGHTS ku çalakiyên piştevaniya bi sporên lêdanê lidar dixe, ji sala 2019’an û vir ve ji bo piştgiriyê bi Rojavayê Kurdistanê re bike, kampanya alîkariyê dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de 9 hezar Euro yên hatin komkirin ji kargeheke li bajarê Qamişloyê re hate şandin ku protezan çêdike.

THIRTYSIX FIGHTS’ê kampanya xwe ya nû ya alîkariyê ji bo Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) da destpê kirin ku di bin êrîşên dewleta Tirk, zextên PDK û dewleta Iraqê de ye. Di vê çarçoveyê de wê di beşên cuda yên sporê de pêşbirk werin lidarxistin. Pêşbirka destpêkê jî 10’ê Îlonê roja Şemiyê wê li paytexta Elmanya Berlînê pêk were.

Li SO36 a li taxa Kreûzberg a Berlînê wê di beşên Boks, Mûay Thaî û K1 de 14 sporvan derkevin ser rîngê. Pêşbirk wê saet di 13:00’an de destpê bike. Piştî pêşbirkan wê li heman cihî pîrozbahiyek jî were lidarxistin.

Di çalakiyê de wê nûnerên Civaka Azad, Komeleya Hêvî, Aştî û Edalet ji bo Kurdistanê û Însiyatîfa Bêçekkirina Rheînmetallê biaxivin.

THIRTYSIX FIGHTS dixwaze ji bo Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi 10 hezar Euroyî alîkariyê kom bike. Kesên ku dixwazin tevlî kampanyaya alîkariyê bibin dikarin bi koda “Medis für Mexmûr” li vî hesabê IBAN ê komeleya Kurdistanhilfe e.V. alîkariyê bike: DE40 2005 0550 1049 2227 04


https://twitter.com/thirtysixfights/status/1557432945203372034?s=21&t=puj7eNYtt7DbpEt2BSBLKQ

Yorum Gönder

0 Yorumlar