Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji Belçîka banga qedexekirina balafirên keşfê yên li ser Mexmûr û Şengalê

Piştî êrişên balefirên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê û Şengalê sê parêzerên Belçîkî çûn Mexmûr û Şengalê. Her sê parêzer li cihên êrişan lêkolîn kirin û diyarkirin ku divê li herêmê balefirên bi çek û bê mirov yên dewleta Tirk werin qedexekirin.


Parêzerên Belçîkî Selma Benkhelîfa, Joke Callewaert û Georges-Henrî Beaûthîer beriya niha bi demekê çûn Şengal û Mexmûrê, êrîşên dewleta Tirk ên bi droneyan di cih de dîtin û wekaleta mexdûrên êrîşan û malbatên kesên di êrîşan de şehîd bûn girtin ser xwe. Parêzer vegeriyan Ewropayê û daxuyaniyek weşandin.

Daxuyaniya parêzerên Belçîkî bi vî rengî ye:

Terora li Iraqê: Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tên terorîze kirin û bi dronan li Iraqê tên qetilkirin.

Dawiya meha Tîrmehê ya sala 2022’yan Iraqê, ji ber kuştina 9 sivîlan bi droneyên dewleta Tirk li Zaxoyê, giliyê Tirkiyeyê ji Neteweyên Yekbûyî re kir. Ji ber êrîşên hovane yên bi ser axa Iraqê de li herêmê Kurdan bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Em çûn guhdarî kirina li qurbanî û malbatên wan. Çawa ku em vegeriyan, bi êrîşeke nû ya bi droneyan a 29’e Tebaxê ya bi ser Wargeha Mexmûrê ya roja Duşemê em matmayî man.

Destpêkê em ji bo naskirina Êzidiyan çûn ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve zilm li wan tê kirin û gefa qirkirinê li wan tê xwarin.

Li gundê Xanesorê yê Şengalê li nêzî sînorê Sûriyeyê, em ji nişkan ve rû bi rûyê gefa mayînde ya vê rastiyê bûn: Dronek di ser me re difiriya.

Hemû şênî, tirsa xwe ya ji van kujerên li asîmanan dikin. Dronên Tirk her roj li ser gundê wan diçin û tên.

Me, dayika xwendekarekî ciwan ê di êrîşa bi ser nexweşxaneyê de hat qetilkirin û bijîşk bi xwe jî hat qetilkirin nas kir. Me dayika siyasetmedarekî Êzidî yê êrîşa bi ser erebeya wî de hat qetilkirin jî nas kir. Piştre me zarokek di êrîşa bi ser navenda civakê de bi xedarî birîndar bûbû jî nas kir. Hat bîra yekî/ê ku keçikeke piçûk hatiye revandin û firotin. Li gor Êzidiyan, rejîma Erdogan li polîtîkaya qirkirinê dewam dike…

275 salan (1640-1915), Êzidî ji aliyê Împaratoriyê Osmaniyan ve hatin qetilkirin Împaratorî qet hewila qetilkirina wan. DAIŞ’ê li qirkirinê Êzidiyan dewam kir. Gel bi kujerên Dewleta Islamê re şer kir û ew qewirandin. Niha rû bi rûyê êrîşeke nû ne û xwe bê parastin û bêalîkarî his dikin.

Me berê xwe da bajarê Mûsilê. Li vir jî, bi mehan e drone li asîmanan diçin û tên.

Me, şêniyên wargehê nas kirin. Ji me re gotin ku wargeh piştî sala 1997’an ku malbat neçar hatine hiştin ku terka mala xwe bikin û xaniyên wan ji aliyê artêşa Tirk ve hatine şewitandin ava bûye. Gundî, sala 1994’an ji gundê xwe reviyan û Tirkiye ji hingê ve wan dişopîne. Mal û jiyaneke nû ji xwe re li çol û çolistana li Iraqê avakirin. Zilma Tirkiyeyê ya li wan berdewam e.

Dewleta Tirk bi hinceta şervanên PKK’ê ne wan bi dronan dike hedef. Lê qurbanî sivîl in. Jina 73 salî ya me ew nas kir, sê jinên ciwan ên keriyê xwe diçêrandin ku di nav keçikeke 16 salî ya şîr didot.

Wargeha Mexmûrê, 250 km dûrê Tirkiyeyê ye û ne tu gef e ji bo wê.

Li hember van kuştinên neyasayî û nerewa em matmayî û hêrs dibin. Divê bikaranîna droneyan ne li gor hiqûqa navneteweyî bê qedexekirin û di çarçoveya hiqûqî kiryariyên yasayî bên kirin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar