Botan yek ji heremên girîng yê Kurdistanê ye. Bêguman herêma Botan heman demê de bûye hêlîna serhildanên Kurdan. Êrêşin ku di herêma Botanê de diqewime ji ber taybetmendiyên erdnîgariya wê ye. Mêvanperwer, wêrek, şerker û asî ne. Ya herî girîng jî li hember zilm û zordariyê serî na tewînin û bi rihê berxwedaniyê dijîn.
Bi derketina tevgera azadiya Kurd PKK’ê re Botan dibe yek ji
stargeh û warên gerîlayên azadiyê. Yekem rêxistinkirina gerîla di vê herêmê de
çêdibe. Bi destpêkirina şerê çekdarî re ji bo tevgera azadiyê û gel jî qonexek
nû destpêdikir. Êdî wê di Kurdistanê de herikandina jiyanê ji nûde bi
awayekê cuda destpê bikira. Ya herî
girîng jî ji bo jin wê meylê jiyanê bahata guhertin. Rêheval Yekbûn jî di nav civakek
wiha de wê çavê xwe li jiyanê vekiribûya. Emîne Benek bi nasnav Yekbûn Goyî di sala 1972’an de li Hilal a girêdayî Qilaban’ê
di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike û li gund dibistanê
heta Navîn dixwîne.
Belê gelek caran Yekbûn ji xwe pirs dikir û digot; ‘gelo di
jiyana mirovan de rasthatinên pêktên çiqasî bandorî li ser jiyana wan didin
çêkirin?’ Gava berê xwe dida jiyana xwe û didît ku tu tiştek ne rasthatineke. Gava
ew li gund bûn ew hema roj û şev derbas dikirin, ji wan re wisa dihat ku hema
jiyan eve û wisa dibe. Lê wê ne dizanî bû ku wê bi hatina gerîla ya gundê wan û
tevlîbûyîna hevala wê, wê pêşeroja wê jî bide diyar kirin. Heval Yekbûn dibistana
xwe berdewam dikir, bêgûman her roja ku diçû hîn zêdetir tevgera azadiyê mezin
dibû, berfireh dibû û belav dibû. Lê heval Yekbûn ji xwe re xwandin û
zanabûyînê esas digirt û hewl dida ku wek jinekê xwe bi xwe li ser lingê xwe bi
sekine û xwe hewceyê kesî nebîne. Her çiqasî di wan deman de wê ne dikarî
rastiya jin û zilam bi zanabûyînê û aqil tehlîl jî bike, lê di civak û malê de neheqiya pêkdihat wê ticarî
ne di pejirand. Bi taybetî jî neheqiya li ser jin û zarokan dihat kirin, bi ti
awayî nikaribû qebûl bikira û ev yek gelek zora wê diçû û ti carî serî netewand
her tim dibû xwedî helwest.
Di kesayeta wê de hêrs û kînek pir mezin li hember neheqî û di
heman demê de li hember nezantiyê hebû. Wê tevahî lêhûrbûyînên xwe dabû
xwandina xwe. Her roja ku derbas dibû nakokiyên wê pêş diketin û bi taybetî jî
li hember jiyana ku wan digot hema jiyan eve ya ku em di gundê xwe de jiyan
dikin. Heval Yekbûn di gund de dibistana Navîn xilas dike, ji bo ku amadeyî bixwîne derbasî bajarê Dîlokê dibe.
Wê demê ji bo ku gund
cerdevantî bi pejirînin, çek rabikin dijmin gelek sepandin û tundiyê pêktêne. Dema
ku rêheval Yekbûn li Dîlokê ye agahî digre ku malbata wê û gelek şêniyên gund
yên ku cerdevantî ne pejirandine li hember dewletê serî rakirine û li hember vê
yekê jî dijmin agir berdaye gund. Yekser berê xwe dide gund. Dema derbasî gund dibe,
dîbîne ku zarokatiya wê, leystokên wê, xweşî û nexweşiyên wê, bîranînên wê yên
li ser her bostekê, dibin her darekê de, di her kolanekê de ji hêla dijmin ve
hatibûn şewitandin û wêran kirin. Gelo ma pêkanbû mirov vê yekê jibîr bike? Na ne
pêkane. Ewê jî jibîr nekira û wê nedaya jibîr kirin. Bi wê kîn, nefret û hêrsê ew
ketin li ser rêya penabertiyê.
Belê Temenê wê biçûk bû lê dilê wê qeyîm bû, barek giran
dabû ser milê xwe û li pey pênaseya jiyanê ketibû.
Di vê rêya dûr û dirêj de gelek wargeh veguhest. Rêheval
Yekbûn li wargeha Bihêrê ji bo zarokan zane bikin, fêrî jiyanê bikin û di heman
demê de di hêla derûnî de jî bibin alîkar destpê mamostehî dike.
Belê rêheval Yekbun pênaseya jiyanê dîtî bû û jiyan jî wî
dîtibû. Yekbun ji xwe re riya rêhevala xwe Evîn û birayê xwe Piling esas girt û
di sala 1995 li wargeha Ertuş berê xwe da çiyayê azad. Soz
dabu ku tola zarokê penaber, ax û welatê xwe hilîne. Pêşeroja wi ya ku li gund
hatibu şewitandin wê bi têkoşîna xwe ya her lutkeyîn çiyada carek din şîn
bikiriba.
Rêheval Yekbun demek kinda xwe di rastiya fikir û ramanên
Rêbertîde zane û pêş xist. Dibe xwedî têkoşînek bê hempa ku di welatê xwe de li
ser axa xwe dijminên xwe têk bibe. Rêheval Yekbun ku di jiyana xwe ya
gerîlatîde ku her tim bû Layêqe doz û Rêbertiya xwe di sala 07.05.1997 Haftanin
digije kervanên nemira.
0 Yorumlar