Bê navber ev 4 rojin hêzên Emerika yên leşkerî hatine Herêma Kurdistanê, ango Herêma Herir û hewlêr û bi rêya Mexmûrê derbasî Geyare û Musil dibin. Ji wir jî derbasî sînorê Bakur û Rojhilatê Suriye yê dibin.
Li gor agahiyên ku hatine berdestê me, pirsgirêkek veşarti ya siyasî ya navdewleti heye.
Pirsgirêk dibe ku di navbera Suriye-Îran, Tirkiye-Îran û an jî Îran-Iraq de be. Ev hêz ji bo pirsgireke navdewleti hatiye.
Hêzên Emerîka derbasî sînorê Bakur û Rojhilatê Suriye yê û Iraqê dibin, lê heta niha armanca wan nehatiye zanîn.
Hêzekî mezine gelek çek, teqemenî û seyareyên leşkerî bi wan re hene.
Hêjayê gotinêye ku ev hêz bi şev derengî rê dikeve û her şev demjimêr 03:00 li Herêma Mexmûrê re derbas dibin. Ji ber vê yekî jî di nava gelê Herêmê de goman çêbûne.

0 Yorumlar