Ji
bo pêvajoya heyî bê fêhmkirin, pêwîste sîstema li Tirkiyê hatî sazûman kirin baş
we re fam kirin. Li hemberî têkoşîna Kurd di kesyata Kurdan de, li hemberî çep
û hêzên demokratîk êrişekî berfireh heye. Ger em rastiya heyî pênase bikin, di
bingihê van êrişan de êrişa li ser gelê Kurd heye. Ji ber ku yên niha daxwaza azadiyê
dikin, Kurd in. Ji bo şikandina îradeya gelê Kurd ne tenê li zindanan belku di
hemû aliyên jiyanê de li ser Kurdên walatparêz êrişên qirkirinê tên pêkanîn. Kesên
di aliyê huquqî, siyasî û civakî de ji bo doza demokarasiyê têkoşîn dikin, rastî
çewisandinê tên. Di heman demê de kesên ku aktîf di nava xebatan de cih digirin
û dixwazin di Tirkiyê de pêvajoyek huquqî were destpêkirin rastî girtin û
binçavkirinan tên. Di nava zindanan de pêvajoyek nû ya bin pêkirinan tê
destpêkirin. Li gorî sîstema dewletan, zindan cihê pêkanîna huquqê ye. Di
zindanan de huquqa hindirîn heye, divê li gorî wê bê tevgerkirin. Berovajî, sîstema
zindanên dewleta Tirkiye ji bo kesên girtî divê nebe qadek ya tecrîdê. Li
Tirkiyê tişta ku ji derve nikare li ser bide sepandin, bi girtin û avêtina
zindanê dixwazin bidin pêkanîn. Di destpêka girtinê de ji bo ku îradeya girtiyan
were şikandin, lênêrîna destpêkê tazî tê ferz kirin. Ger girtî helwest li
hember vê raber bikin, rastî her cure kiryarên dermirovî tê. Ger kesê ku hatî
girtin naskirîbe, piştî girtinê bi çend rojan sirgûnî girtigihên metrebolên
Tirkiye tênkirin. Ji bo ku kesê girtî li gorî tê xwestin hevdîtinê bi malbat û
parêzerên xwe re pêkneyîne, ev yek tê pêkanîn. Em dikarin bibêjin tecrîda ku
niha li zindanan tê sepandin, bingihê xwe ji tecrîda li Gireva Îmralî tê kirin digire.
Ev tecrîd bandora xwe li ser tevahî civakê
jî dike. Di girtîgihê de ji dema axaftina telefonê bigre heta girtina pirtûkekê
her wiha heta çûyîna nexweşaxaneyê astengî tên çêkirin. Dema girtiyek
nexweşdikeve, çûyîna wê/î ya nexweşxaneyê bi mehan dirêj dike. Bi vêre jî sînordar
namîne, dema girtiyek nexweş diçin nexwşaneyê dixtor li ser ferz dike ku bi
kelepçe û li gel leşkeran maîne bike. Gelek girtî vê yekê nepejirînin, bêyî ku
tedawî bibînin dizivirin girtîgehê. Dixwazin girtiyan bi nexweşiyên wan tecrîd
bikin. Li kêleka wê ji bo girtiyan bi tenê bihêlin, piraniya odeyên girtîgehan
kirine 2-3 kesî, ev yek jî ji bo hevdîtin û têkiliyên wan bi kesê re nemîne tê
kirin. Bi taybet di van deman de girtiyên siyasî yên Kurd bi girtiyên fetocî û
girtiyên DAIŞ’ê re tên ragirtin. Ev jî metirsiyek mezin li ser girtiyên siyasî
çêdike. Ne nivîsina nameyên Kurdî, astengiyên hevdîtina bi malbat û dehan bê
huquqiyên din li ser girtiyan tên ferz kirin. Bi taybet jî li ser girtiyên jin
tecrîdek girantir tê pêkanîn. Girtîgehên Tirkiyeyê li gorî sîstem û hişmendiya zilaman
hatiye sazûman kirin. Ji bo wê jî girtiyên jin gelek zoriyê jiyandikin. Mînak;
ji bo ku destê girtiyên jin negihe telefonê, telefonên girtîgehê gelek bilind
datînin. Di kirîn û firotina hindir de girtiyên jin nikarin pêwîstiyên xwe yên
xweser dabîn bikin. Dema girtiyên jin nexweş dikevin mahremyeta wan nayê berçav
girtin û li gel leşkeran maîne kirinê li ser ferz dikin. Ji ber ku gelek
nexweşên jin naxwazin li gel leşkeran bên maîne kirin, tedawiyê red dikin. Dibe
ku gelek caran di çapemeniyê de cihê xwe girtibe jî, lê em dixwazim carek din bibîrbixin. Desteya poşmantiyê wek
desteya duyemîn ya çavdêriyê tê destgirtin. Ev deste çi karî dike? Dema girtî
ji bo tehliyê xwe amade dikin, di bin pêşberî desteya poşmantiyê, di wir de poşmantiyê
li ser girtiyan didin ferz kirin. Girtiyên 20 salan ên ku demê wan yê tehliyeyê
hatiye, hîn di girtihê de tên girtin. Girtîgehên dewleta Tirk hem wek fikir û
hem jî wekî hişmendî, bi sistema baviksalarî hatiye sazûman kirin. Ji bo wê jî
ti pêwîstiyên dayîkên xwedî zarok nayên dabîn kirin. Em dikarin bibêjin girtîgehên
Tirkiyê cihê şikandina îradeya girtiyên jinan e. Di van demên dawî de nêzî 150
girtiyên ku dema tehliyeya wan hatine, lê ji ber desteya poşmaniyên destûr
nadin ew hîn di girtîgihan de tên ragirtin. Di nava van girtiyan de yên bi temen,
nexweş û ciwan jî hene.Yusuf Çakas
0 Yorumlar