Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya Wargeha Mexmûrê bi koma 9’emîn didome

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewrgirtina koma 9’emîn û bi biryardariyek mezin didome.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi merasîmekê koma 8’emîn çalakî dewrî koma 9’emîn kir.

Merasîme dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 8’emîn Rojnemevan Bêrîvan Tunç axivî.

Bêrîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Wek tê zanîn ev 30 mehin me tu agahî ji Rêbertiya xwe negirtiye û her ku diçe fikarên me yên di derbarî rewşa tenduristiya Rêbertiya me de girantir dibin. Ji bo şikandina vê tecrîda girankirî, gelek çalakî li welat û derveyî welat tên lidarxistin. Em hemû çalakiyên bi aramaca şikandina tecrîdê ku tên lidarxistin sîlav dikin. Heta em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger nekin, emê di nava çalakiyan de bin.”

Herî dawî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar