Evîn bi evîndarên xwe re navdar dibe. Di vî welatê ku evîn lê qedexebûyî de mirov nikare li beramberî bedewiya van deşt û newalan, çiya û zozan nebe evîndar. Bi hezaran evîndar hene ku ji bo evîndara xwe ala şoreşê di hejîne û bi xwîna sor geş dikin kulîlkên biharan. Mardîn Çelebî ango bi nasnav Sarîna Laleş jî yek ji wan evîndara ye, ku di welatê xerîbiyê de pêxas û tazî mezin dibe. Bê ku ew ji wan kulîlkan bêhna evînê bikêşine bedena xwe ya biçûk, bê ku ew di wan geliyên kûr û dirêj de bazbide li vî welatê ku bûyî warê dûpişk û maran di sala 1999 de çavê xwe li jiyanê vedike. Di her kêliya jiyanê de bi hestên xerîbiya welatek ku qet ne dîtiye û bêhna wan zozanan ne kêşaye nava şaneyên laşê xwe de mezin dibe. Her di dilê wê de xeyalên çûyîna li ser çiyayê Gabarê û ji jor de li xaka welatê xwe temaşekirin hebû. Dibe ku wê demê agirê hesreta ku di vê bedena wê ya biçûk de kêmek jî be vemiriya. Erê welatê ku ew bibû evîndarê wê Kurdistane ku di mezopotamya yê de welatê herî xweş û bi berekete ku ji avabûna civakan re malovanî kiriye.
Belê rêheval Sarîna jî weke zarokek yê vî welatî di
penaberiyê de li wargeha berxwedêran û wargeha sembola civaka neteweya demokratîk
Mexmurê çavê xwe li vê jiyana penaberiyê vekiribû. Bi wan çavên xwe yên hûrik
li derdora xwe temaşe dikir. Di nava çolek bê av de li ber tirêja tava şewatker,
mîna pepuleyekê di perperî ji bo ku jiyan bike. Şert û mercên wê demê dayîka wê
gelek di westand ji bo dayîkekê gelek bi êşe ku nikaribe ji pitika li ber singa
xwe re destek cil bi bîne û bi têr û tejî şirê xwe bidiyê. Dayîka heval Sarîna
li beranberî hemû zorî û zehmetiyan bi kedek pir pîroz wê mezin kir. Rêheval Sarîna
li Mexmurê perwerdeya zimanê Kurdî bi Alfebaya Kurdî xwendina xwe hets amadeyî
temam dike. Di ders û jiyana xwe ya ku nav zorî zehmetiyan de mezin bûye dibe
kesek zîrek, fedekar û rûbiken. Ji bo xwişk û birayên xwe dibe heval. Heval Sarîna
di wê ferqê de bû ku ev destkeftiyên niha di destê wan de ye bi bedelên çiqas
giranbiha hatine destxistin. Erê temen û bedena wê
biçûk bû lê hêvî û armanca wê mîna çiyayê Gabarê mezin bû. Ji bo wê, wê her
rojekê li Gabarê bibûya mêvan û di kaniya ku ji dilê çiyayê Gabarê di herike
qurtek ava jiyanê vexwariya. Ji bo wê jî
ji bo ku xwedî li van destkeftiyan derbikeve û destkeftiyên hîn mezintir bi
dest bêxe wê bibûya rêwiyek yê azadiyê. Heval Sarîna ji beriya ku tevlî bibe di
sala 2014’an de li Şengala ku 73’ê fermana re derbaz bûyî dibe mêvan û li wir
di xwest ji êşên jinên Êzîdî yên ku bi çavên xwe şahidî ji zilm û hovîtiya
çeteyên DAİŞ’ê re kirî bibe derman ji bo wê li Laleşê destpêkê perwerdeya leşkerî
dibîne.
Di 2015’an de li Bakurê Kurdistanê êrişên dewletê êdî gihabûn
asta herî jor. Ji ber vê ji aliyê meclîsên gel ve xwerêveberiya xweser hatibû
îlankirin û heval Sarîna jî li ser vê bangê tevlî nava şoreşê dibe û piştre jî
berê xwe dide Cizîra Botan warê evîn û evîndaran, warê Zîn û Sitiyan warê ku
serhildanên Kurd lê şax vedane. Cardin mîna caran li Cizîra Botan gel li
beramberî desthilatdariyê serîrakiribû di vê çeyreka sedsala 21’an de çerx
cardin ji bo gelê Kurd dizivirî. Sarîna di wê zanebûnê de bû ku wê bedelên pir
mezin bê dayîn di vê serhildana gelê Kurd de. Ji ber ku ev serhildan ji yên din
gelek cuda bû, li ser yek armanc yek bîrdoziyê êdî gelê Kurd bûbûn yek û ne tenê
ji bo yek bajar an jî yek herêm ji bo tevayî Kurdistanê serhildan dikirin û
rêheval Sarîna jî dibû yek ji wan şoreşgerên vê serhildanê ji bo wê xwe gelek
bi şans hîsdikir ku di demek wiha de ji bo gelê xwe şer dike. Li Cizîra rengîn Sarîna
jî singa xwe kiribû mertal li beramberî tank û topan û di binê bodruman de di
gel ciwanên şoreşger berxwe dida. Erê wê jî ji destê wan dayîkên ku di wan kuçeyên
bajaran de bi destê xwe xendekan dikulan ji bo ku dewlet ne keve bajarên wan
qurtek av vexari bû û di nava wan kolanan de ji gelê xwe re rêya serhildanê
divekir. Her ku Sarîna li çavê wan dayîkan û hevalên xwe temaşe dikir hêviya
serkeftinê di nava kenê wê de zindî dibû. Rêheval Sarîna di berxwedana Cizîra
Botanê de li beranberê dijmin şerek bê hempa kir û di sala 2016’an de gihişt karwanên
nemiran.

0 Yorumlar