Ticker

10/recent/ticker-posts

CÎK-Mexmûr: Tecrîd sûcekî dijî mirovahiyê ye

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a Mexmûrê bi daxuyaniyek nivîskî, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kir û bang li tevahî bawermend û kesên xwedî wijdan kirin da ku li hember tecrîdê bêdeng nemînin.


Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) a Wareha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek nivîskî, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kir.

Daxuyanî piştî nimêja Înê, li mizgefta semta 3, bi tevlîbûna dehan şêniyan wargehê, ji aliyê Mele Elî Spêrtî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Rêber Apo, Îbrahîm Xelîlê hemdem e. Rêber Apo li pey heqîqetê ketiye. Çawa ku Hz. Mihamed û malbata wî ku sê salan ji aliyê Ebo Cehîl û Ebo Leheban ve hatibûn tecrîdkirin, niha jî Rêber Apo û hevalên wî, dibin tecrîdekî de ne.

Rêber Apo lêgerîna heqîqetê ye, lewma emperyalîzim, dagirker û kevneperestên cîhanê ji Rêber Apo ditirsin. Rêber Apo felsefeyek nû pêşxist û gelê Kurd ji bindestiyê rizgar kir. Ji ber vê yekê jî niha Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de ye. Tecrîd sûcekî dij mirovî ye. Her çendî Rêber Apo girtî be jî, lê felsefe û birdoziya wî li her çar parçeyên cîhanê belav bûye.

Rêber Apo jî wekî Hz. Mihamed di nava hejariyê de jiyan kiriye û li bajarê pêxemberan, ango li Rihayê ji dayik bû û li wir dest bi têkoşînê kiriye. Rêber Apo di bin tecrîda girankirî de jî, têkoşîn û berxwedana xwe dide meşandin. Ji bo ku tecrîd bê şikandin, divê tevahî bawermend û kesên xwedî wijdan rabin ser xwe û bêdeng nemînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar