Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo Şehîd Sara û Rûken konê sersaxiyê hat danîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal ku di şeva 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya li Mêrsînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedayî kiribûn, konê sersaxiyê hat danîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ku di şeva 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya li Mêrsînê, li dijî zextên li zindanan, komkujî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, çalakiyeke fedayî kiribûn, konê sersaxiyê hat danîn.

Tevahî xebatkar û şêniyên wargehê serdana konê sersaxiyê kirin. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê xebatkar û gelê amade Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak axivî û sarsaxî ji Rêber Ocalan, gerîlayên serê çiya û malbata şehîd re xwest û got: “Di vê pêvajoya evqas hesas de, van herdû xwedawendan çalakiyek wisa fedaî li darxistin û bersivek dîrokî dan dijmin. Xwedawendên me di mala dijmin de, li dijmin xistin û heta niha jî dijmin di şokê de ye. Ev ruhê fedayî yê demê ye. Her du gerîlayan, ji bo ku bersiva tecrîd û çekên kîmyawî bide, çalakiyek wisa li darxistin. Li ser têkoşîna wan divê em wek gel hîn zêdetir xwe pêş bixin û perwerde bikin. Dem vê ji me dixwaze. Ji bo vê jî, herdû şehîdan mohra xwe li dîrokê dan. Em serbilindin û em sersaxiyê ji tevahî welatparêzan re dixwazin. Emê heta dawî şehîdên xwe di nava xwe de bidin jiyan kirin.”

Piştî axaftina Filîz Bûdak, li ser navê malbata şehîd Sara Tolhildan, Evdilrehman Yilmaz axivî û di serî de xêrhatina gel kir û sersaxî ji Rêber Ocalan re xwest û wiha axivî: “Li ser navê malbatê em dibêjin serê Serok û rêhevalên Şehîd Sara saxbe. Heval Sara çavên xwe di nava malbatek welatparêz de vekiriye û ji zaroktî ve rêxistin ji nêz ve naskiriye. Ti tişt ji ruh pîroztir nîne û van hevalan ew jî feda kirin. Em wek malbat ji şehîdên xwe serbilindin.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berz kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar