Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Ebûzêd Dêrhînî hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şehîd Edûzêd Dêrhînî ku 29’ê Tebaxa 2022’an di êrişa balefirên dewleta Tirk a dagirker de li ber deriyê mala xwe şehîd bibû, duh şev bi çûyîna ser gora wî û îro jî bi nîşandana sînevîzoyekê hat bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Edûzêd Dêrhînî ku di 29’ê Tebaxa 2022’an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li ber deriyê mala xwe şehîd bibû di yekemîn salvegera şahadeta xwe de bi merasîmekê hat bibîranîn.

Duh şev xelkê wargehê berê xwe da ser goristana şehîd Ebûdêz Dêrhînî û li ser gorên şehîdên wargehê çira hatin pêxistin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Têkoşîna Azadiyê, li ser navê xelkê wargehê rêhevalê Şehîd Ebûzêd, Ehmed Nêrwehî axivî.

Ehmed Nêrwehî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk a dargirker ên li ser welatparêzên Kurd û wiha got: “Şehîd Ebûzêd ji ber ku bi Rêbertî û welatê xwe ve girêdayî bû hat armanc kirin. Em soz didin Ebûzêd ku emê ala wî bigihînin serkeftinê. Ebûzêd mamosta û pêşengê me bû, emê li ser rêya wî têkoşîna xwe bilind bikin. Em dibêjin bila ruhê şehîd Ebûzêd şad be, emê nehêlin xayîn li ser vê axê bibin xwedî maf. Serê malbata hêja, Serokatî û dostên wî saxbe. Şehîd di dilê me de jiyan dikin.”

Her wiha îro serê sibê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê jî li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Ebûzêd Dêrhînî sînevîzyonek hate nîşandan. Beriya sînevîzyon bê nîşandan Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sultan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Şehîd Ebûzêd de hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Şehîd Ebûzêd kêlî bi kêlî di nava xebatên wargehê de bê dudilî xebat kir. Em wek gelê wargehê minetdarê keda wî ne. Di nava hemû saziyên wargehê de xebat da meşandin. Ti caran hesabên kesî nedikir û di hemû karan de pêşengtî ji hevalên xwe re dikir. Emê ne îro tenê, emê bi hezar salan yên mîna Şehîd Ebûzêd bibîrbînin û nedin jibîrkirin.”

Piştre, keça Şehîd Ebûzêd, Rojîn Dêrhînî axivî û got: “Mirovek dîndar çawan bi xwida û baweriya xwe ve girêdayî bû. Bavê min jî wisa bi Rêbertî û doza xwe ve girêdayî bû. Em wek malbata Şehîd Ebûzêd soz didin emê heta dawî şoptarê rêya şehîdên xwe bin."


Yorum Gönder

0 Yorumlar