Ticker

10/recent/ticker-posts

Di tûrikê Erdogan û Fîdan de çi heye?


Wek tê zanîn di destpêka meha Tebaxê de Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Iraqê Ehmed El Sahaf da diyarkirin ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê, di rojên bihûrî de bi sefîrê Tirkiye Elî Riza Guney re hevdîtinek çêkirine. Sahaf wiha daxuyaniya xwe domand ‘di vê hevdîtinê de hevkariya navbera Iraq û Tirkiye li ber çavan hatiye derbas kirin û ev hevdîtin bi şêweyê ku berjewendiyên her du gelan bên bihêz kirin û rê bên pêşxistin, pêkhatiye.’ Di heman daxuyaniyê de hat zanîn ku wê di naverasta duyemîn a vê mehê de wezîrê karê derve Hakan Fîdan û li pêy wî jî serçete Erdogan serdana Iraqê bikin. Dema mirov li rêzikên daxuyaniya Sahaf pêkanî mêze dike, dibîne ku li dijî Kurdan, Tevgera Azadiya Kurdistanê tiştek tuneye. Herî hindik hebe jî dibe ku ji ber îhtîmala bertek pêşbikevin, lewra guncav ne dîtiye ku bîne ziman. Li vê derê dewleta ku serdan dike, yanî ya mijara  gotinê dewleta Tirk a faşîst e. Ji ber wê jî divê mirov ji nêzîk ve vê serdanê bişopîne. Helbet divê ev serdan welê neyê nepixandin, lê divê wekî serdanek ji rêzê jî neyê destgirtin. Ji ber ku piştî deh salan şûnve wê dewleta faşîst serçete Erdogan wek serokkomar bişîne Iraqê û ji niha ve dewleta faşîst daxwazên xwe bigotinek din ferz kirinên xwe rêz kirine. Her çiqas di ferz kirin û rojevê de xala derxistina PKK’ê ya ji xakên Başûrê Kurdistanê, pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê û vala kirin an jî dorpêç kirina Wargeha Şehîd Rûstem Cudî Mexmûrê tunebe jî, ji pratîk û dijmintiya dewleta Tirk jî tê zanîn ku di tûrik de ev mijar hene. Dibe ku ne mijarên sereke bin, lê ne pêkane ku dewleta faşîst wan nexîne li ber bazarê. Ji ber wê jî beriya ku Fîdan serdana Iraqê bike, şandeyek hevkar-xayîn a PDK’ê bihinceta çareserkirina pirsgirêka gaz û zagona neftê, berê xwe da Bexdayê. Di vê derê de tişta balkêş çiye? Şûna ku ji bo çareserkirina gaz û zagona neftê, ji meclîsê pêkhateyek hatiba avakirin û şandiban Bexda; berovajî li ser navê meclîsê partiyek, di nava xwe de şandeyekê avadike û dişîne. Ev jixwe mijarek nîqaşê ye, lê mijara me ne ev e. Li vê derê mijara me ewe ku ev şande ji bo rêya pêşiya dewleta qirker-mêtînger stabîlîze bike, berê xwe dide Bexda. Dibe ku mijarên gaz û zagona neftê jî xistibin li ber nîqaşê, lê dema mirov pratîkên PDK’ê yên beriya niha mêze dike, dibîne ku ji bo astengiyên pêşiya dewleta Tirk nemaze jî hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ji holê rabike, tîmî hewldanek mezin raber kiriye. Lê li gel wan hemû hewldanên PDK û dewleta Tirk a qirker-mêtînger jî diyare ku hikûmeta Sudanî ji ya xwe nayê xwarê. Ango destê wî xurt e. Baş e, em vêya çawa fêhm dikin? Hem ji trafîka çûyîn û hatina Bexda û hem ji dereng hatina Erdogan a Iraqê fêhm dikin ku destê hikûmeta Iraqê xurt e. Yanî hikûmeta Sudanî wekî berê lewaz nîn e ku her daxwaza dewleta Tirk a faşîst erê bike. Jixwe di nîqaşan de jî derbas dibe ku destê dewleta Tirk bi gotinek din a serçete Erdogan, li hember dewleta Iraqê gelek lewaz e. Lewra beriya ku serdana xwe pêk bîne, dixwaze hikûmeta Iraqê hinek nerm bike û vê derê, rol ji PDK’ê re jî hatiye veqetandin. Baş e, çima destê dewleta faşîst bi gotinek din a serçete Erdogan ew qas lewaz e? Eger şefê faşîst Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye kiriba, Başûr û Bakur Rojhilatê Sûrî jî di nav de dagir kiriba wê hîna destê wî lewaz ba? Ne mimkun e. Wê destê wî hê xurtir ba û bêyî ku hatiba Iraqê jî wê daxwazên xwe bi Iraqê daba erê kirin. Eger hikûmeta Iraqê qebûl jî nekiriba, dibe ku ev mijar heta dagirkirina tevahî xakên Iraqê çûba. Ev rastiyeke. Ji ber ku binêrin li gel dewleta Tirk a faşîst her roj xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê bombarduman dike, zarok jî di nav de mirovan qetil dike, welatiyên Iraqê bê av dihêle û ji ber vê zerarek mezin dide aboriya welatî û dewletê jî, lê dîsa ew xwe ferz û bêminet dike. Ji ber vê dewleta Iraqê jî vêya baş dizane. Lewra li dijî gef, şantajan serî natewîne. Em dizanin di tûrikê Hakan Fîdan de çi heye, lê dîsa bipirsin: Gelo di tûrikê Fîdan de çi heye?

Mazlum Murdem

Yorum Gönder

0 Yorumlar