Jinên Wargeha Mexmûrê bang li jinên Başûrê Kurdistanê kirin ji bo ku demildest çavên xwe vekin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, xiyanet û zilma mala Barzanî rabin ser piyan û dakevin kolanan!
Armanc Herekol
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, xiyanet û zilma mala Barzanî ya li ser gelê Kurd, bang li jinên Başûrê Kurdistanê kirin ji bo ku li hember dagirkerî û xiyanetê bibin xwedî helwest.
‘Ji her aliyê ve êriş hene’
Jina bi navê Şerbet Wan di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku ji her aliyê ve êriş û dagirkerî li ser gelê Kurd û Kurdistanê hene û got: “Êriş û dagirkeriyek mezin li ser me Kurdan heye. Mixabin ev êriş û dagirkerî niha li Başûrê Kurdistanê gihiştiye astekî jor. Jinên Başûr, li hember van êrişan bêdengin, çav û guhên xwe girtine. Bila hemû kes bizane, ev êrişên li ser Başûr ne li ser PKK’ê tenê ne. Êriş li ser gelê Kurd û destkeftiyên Kurdistanê ne. Lê hemû Kurd ne di vê ferqê de ne. Ji xwe PDK, ji her aliyê ve alîkarî dide dagirkeran. Em wan bi tûndî şermezar dikin û em dibêjin, ji vê xiyaneta xwe bizivirin. PDK xwîna zarokên Kurdan difiroşe Tirkiye yê. Mixabin jin û dayîkên Başûr, ji vê yekî re bêdengin.”

‘Çavên xwe vekin û serî hildin’
Şerbet Wan di berdewamiya axaftinên xwe de destnîşankir ku xwezaya Kurdistanê tê şewitandin û kîmyakirin, li dijî vê yekê divê jinên Başûr ji bo xweza û welatê xwe rabin ser piyan, têkoşîn bikin û wiha pêde çû: “Xwezaya me tê şewitandin û kîmyabarankirin. Yên herî zêde bi vê yekê zerer dibîne û pê têşe, jinin. Ji ber ku yê jiyan afirandî jinin û niha dema parastina wê jiyanê ye. Jinên Başûr wê heta kengî bibin kole, divê demildest rabin û li dijî dagirkerî, xiyanet, şewat û talanê dakevin kolanan. Şermek mezine ji bo gelê Başûr. Çawan dikarin temaşeyî vê xiyanet û dagirkeriyê bikin. Jinên Kurdan bi saya Rêber Apo hatiye azadkirin û niha ketine di ferqa hêza xwe de. Lê Barzaniyan jin perçiqandine, jin divê rabin ser xwe û wan xiyanetkar û dagirkeran ji welat bavêjin. Em vê zilm, dagirkerî û xiyanetê qebul nakin, divê her jin bi vê ferasetê tevbigere, bi teybet ji bang li jinên Başûr dikim, çavên xwe vekin û serî hildin.”
‘Li cewhera xwe vegerin û welat biparêzin’
Her wiha li ser heman mijarê jina bi navê Bihar Tang jî di serî de êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê bi tûndî şermezarkir ku wiha axivî: “Desthilatdariya Başûr ango mala Barzanî, her cure êriş û zextê li ser jinên Başûr didin pêkanîn. Divê jinên Başûr êdî vê yekê li ser xwe û li ser civaka xwe qebul nekin. Mala Barzanî ti nirx nadin jinan û hertim tûne dihesibînin. Her roj êriş û dagirkerî zêde dibin û li kêleka wê jî xiyaneta PDK’ê bê navber mezin dibe. Gerîlayên jin ên ku niha li dijî dagirkerî, xiyanet û çekên kîmyawî li ber xwe didin û welat diparêzin, bi xiyaneta PDK’ê re rû bi rû ne. Çima jinên Başûr vê yekê nabînin û çavên xwe digirin. Divê jinên Başûr êdî wê rûpûşa tirsê bavêjin û li cewhera xwe vegerin.”

Êdî bes e!
Bihar bal kişand ser zilma li jinan tê kirin û bilêvkir ku zilma PDK’ê ya li ser jinan li ti derê cîhanê nînin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Jinên me yên li Başûrê Kurdistanê, zarokên xwe di oxira welat de feda kirin, lê niha PDK dide ser wê xwîna şehîdan û dagirkeran tîne li ser axa welat. Divê em wek jin, vê xiyanetê qebûnekin. Jinên Başûrê Kurdistanê bi hêz û wêrekin, divê demildest rabin û ji vê dagirkerî, xiyanet û zilmê re bêjin bes e! Niha bêdengiyek mezin heye, divê ev bêdengî ji aliyê jinan ve bê şikandin. Gelê Başûr ma nabîne, bi wan çekên kîmyawî zarokên wan şehîd dikevin. Bi êrişên balafirên bê mirov malbatên wan tên hedef girtin.”
Herî dawî Bihar Tang bibîrxist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin pêşxistine û divê jinên Başûrê Kurdistanê jî bi wê ferasetê xwedî li welat derbikevin.

0 Yorumlar